Çima xelkê Siwêdayê nexşerêya hikumeta veguhêz a Sûriyeê qebûl nakin?

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi piştgiriya Amerîka û Urdunê "nexşerêyek" ji bo çareserkirina aloziya li Siwêdayê ragihand. Şêniyên Siwêdayê bi xwepêşandanan bertek nîşanî vê nexşereyê dan û wek "Peyman Sêalî" bi nav kir. Gelo çima xelkê Siwêdayê vê nexşerêyê qebûl nake?

Çima xelkê Siwêdayê nexşerêya hikumeta veguhêz a Sûriyeê qebûl nakin?
24 îlon, 2025   06:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê "nexşerêyek" ku ji aliyê Washington û Amanê ve tê piştgirîkirin a ji bo "avakirina aştiyê" ya li Siwêdayê ragihand. Şêniyên Siwêdayê bi aliyên xwe yên siyasî, civakî û leşkerî nexşerê red kir û bi “peymana sêalî" bi nav kir.

LI DIJÎ ‘PEYMANA SÊALÎ’ XWEPÊŞANDAN

Li Siwêdayê ji dema ragihandina "Peymana Sêalî" ve xwepêşandan tên lidarxistin. Şêniyên Siwêdayê diyar kir ku ew çareseriyên ku ji derve li ser wan tên ferzkirin û taybetmendiyên wê yên dîrokî, civakî û siyasî li ber çavan negirin, qebûl nakin.

TUNEBÛNA BAWERIYÊ

Bê guman gelek sedem hene dihêlin şêniyên Siwêdayê vê nexşereyê red bikin:

1 - Bawerî bi hikumeta veguhêz nayê: Piştî komkujî û êrişên dijwar ên li ser nasnameyê ku di encamê de herî kêm 2 hezar kes hatin kuştin êdî baweriya xelkê Siwêdayê bi hikumeta veguhêz nemaye. Ev êriş û komkujî ku li ber çavê her kesî hatin kirin, di bîra şêniyên Siwêdayê de zindî ne.

Şênî hikumeta veguhêz wek berpirsê van sûcan dibînin. Dibînin ku hikumetê ji bo rêgirtina li ber komkujiyan tu tedbîr negirtin. Berevajî vê, çekdarên hikumetê beşdarî pêkanîna sûcên li dijî sivîlan bûn. Lew ra jî baweriya şêniyan êdî bi vê hikumetê nayê û qebûl nakin ku ev hikumet di lihevkirinên siyasî de bibe garantora siberoja wan. Di heman demê de li gorî şêniyan, qebûlkirina her çareseriyeke ku ji aliyê hikumeta veguhêz ve tê pêşkêşkirin tê wateya qebûlkirina rewatiya vê hikumetê li ser xaka Siwêdayê. Lê şênî vê yek qebûl nakin, bi taybetî jî piştî komkujiyan li dijî wan hatin kirin.

PAŞGUHKIRINA ÎRADEYA GEL

2 - Paşguhkirina şêniyên Siwêdayê ji îmzekirina her lihevkirinekê; "nexşerê" dûrî civaka Siwêdayê hat amadekirin anku şêwira niştecih û nûnerên xelkê Siwêdayê di pêvajoyên dan û standinan de nehat kirin. Ev nêzîkatî jî ji bo xelkê Siwêdayê tê wateya paşguhkirinê. Bi wateyeke din biryar ji derve li ser civaka Siwêdayê tê ferzkirin û şêniyên wê ji beşdariya diyarkirina siberoja xwe ve tên dûrxistin. Şênî vê yek jî bi temam red dikin.

Li aliyekî din şêniyên Siwêdayê xala tayînkirina berpirsên ewlehiyê ji Şamê û domandina kontrola hikûmeta navendî bêyî hesabdayînê ji sûcên wê wekî provokasyonek rasterast bi nav dikin. Di heman demê de vê xalê wekî gefek li ser rûmet û xweseriya wan a herêmî  û wekî bêrêziyek li hember xwîna hatiye rijandin, pênase dikin.

GARANTIYÊN HESABPIRSÎNA JI SÛCDARAN TUNE NE

3 - Şênî bawer dikin ku nexşerê anku peymana sêalî binpêkirin û komkujiyên ku qewimîne çareser nake. Di heman demê de tu garantiyek ji bo hesabpirsînê ji kesên ku sûc li dijî gelê Siwêdayêkrine, nade. Ev helwesta şêniyan di xwepêşandanên li qaka El Kerama de diyar bû. Bi dehan şêniyên bajar û gundewarê Siwêdayê bertek li hemberî vê nexşereyê dan û diyar kir ku nexşerê nûnertiya wan nake, lê belê mafên wan bin pê dike û qatilên zarokên wan bêhesapirsîn dihêle.

MAFÊ DIYARKIRINA ÇARENÛSÊ

Di çend rojên borî de, niştecihên Siwêdayê bi armanca "mafê diyarkirina çarenûsê" kampanyaya komkirina îmzeyan dabûn destpêkirin. Di kampanyayê de ku li ser medyaya dîjîtal hatibû destpêkirin heya 20’ê Îlonê 100 hezar îmze hatin komkirin. Li bajar û gundên Siwêdayê komkirina îmzeyên nivîskî jî dewam dike.

Her çiqasî daxwaza serxwebûnê ne fermî be jî, lê amûrek bihêz a yasayî û siyasî ye îfade dike. Daxwaza serxwebûnê îradeya civaka herêmî nîşan dide û wekî amûra zextê li saziyên navneteweyî tê dîtin. Di heman demê de helwesta rastîn a gel der barê desthilatdariya heyî û mafê wê yê diyarkirina çarenûsê de nîşan dide. Her paşguhkirina vê îradeyê binpêkirineke eşkere ya peymanên Neteweyên Yekbûyî ye.

ROLA RASTERAST A RÊVEBERIYA KAR Û BARÊN HERÊMÊ

4 - Şênî bi israr in ku rola wan a rasterast di rêveberiya kar û barên xwe de hebe; redkirina "nexşerêyê" tê wê wateyê ku gel mafê avakirina "rêveberiya xweser" an jî herêmeke serbixwe di nava sîstemeke nenavendî yan jî federal de dixwaze. Ji ber vê yekê, her çareseriyeke siyasî ku xelkê herêmî negire nava xwe, ne rewa ye û ji aliyê gel ve nayê qebûlkirin.

5 - Tirsa şêniyan ji dubarebûna komkujî û binpêkirinan; tirsa ji dubarebûna komkujiyan sedema sereke ya redkirina "nexşereyê" ye. Nemaze gotinên nefretê û provokasyon hem ji aliyê hikumetê ve têne kirin û hem ji aliyê medyaya wê ve, heya vê kêliyê jî nesekinîne.

Li aliyekî din qebûlkirina nexşerêya behsa mijarê tê wateya ku hêzên hikumetê derbasî herêmê bibin û dibe careke din rê li ber komkujiyan vebe.

Îradeya gelê Siwêdayê îro faktora sereke û diyarker a diyarkirina siberoja herêma wan e. Her çiqasî di asta navneteweyî de û ji hêla NY’yê ve were piştgirîkirin jî, lê dê her çareseriyek an nexşerêyek rêzê li maf, serwerî û nasnameya wan a herêmî negire dê mehkûmî têkçûnê be. Gel, hikumeta ku wê wekî berpirsa komkujiyan dibîne qebûl neke. Dê qebûl neke ku çareserî ji derve li ser wê ferzkirin, dê qebûl neke ku ev hikumet bibe nûnerê diyarkirina siberoja wê ya siyasî û civakî.

Li gorî çavdêran, aşkera ye ku Siwêda dixwaze serxwebûna xwe di biryara xwecih de îsbat bike û nasname û rûmeta xwe biparêze. Ev tê vê wateyê ku bêyî beşdarbûn û erêkirina wan a rasterast tu peymanên siyasî ya rasteqîn çênabin.

(bb)

ANHA