‘Nameya Rêbertî bangeke durist a avakirina welatekî ewle ye’

Rûspiyê eşîra El Hemdûn diyar kir ku nameya Rêber Abdullah Ocalan ji bo avakirina welatekî ewle û aram bangewaziyek e.

‘Nameya Rêbertî bangeke durist a avakirina welatekî ewle ye’
24 îlon, 2025   03:45
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Ji rûspiyên eşîra El Hemdûn a Şerabî li gundê Erûr Şerabiya yê Girkê Legê, şêx Mehmûd Ehmed El Hesen diyar kir ku nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji eşîrên Sûriyeyê re bandoreke berfireh kiriye.

Şêx Mehmûd Ehmed El Hesen anî ziman ku nameya Rêber Abdullah Ocalan banga yekitiya di navbera pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan, Asûr û Ermen de dike û got: "Name banga xurtkirina xwişk û biratiya gelan, banga sepandina yekitiya nîştimanî ya bêyî dûrxistin an pêşguhkirina pêkhateyekî dike. Dema min name dixwend min hîs dikir ku ji min û ji tevahiya xelkê eşîra min re hatiye. Name bangawaziyeke durist a avakirina welatekî ewle û aram e."

Mehmûd Ehmed El Hesen hêvî ku navaroka nameyê li ser erdê pêk were, mafên gelan û rûmeta wan werin parastin. El Hesen got: "Em tevahiya piştgiriyê didin banga aştiyê ya ku Rêbertî kiribû, ji ber ku ev bang ne tenê ji bo gelên herêmê, di heman demê de ji bo tevahî mirovahiyê ye."

El Hesen destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi nameya xwe nimuneya mirovê aştî û mirovî pêşkêş kir û got: "Gerîlayan banga wî bi cih anî, çekên xwe şewitandin û rêya çareseriya demokratîk hilbijart. Ev jî dide nîşandan ku eger îrade hebe, aştî mimkun e."

Şêx Mehmûd Ehmed El Hesen da zanîn ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya ku Rêber Abdullah Ocalan kiriye, nayê wateya çareseriya siyasî tenê, lê di heman demê de projeyeke mirovî ya giştî ye ku armanc jî xurtkirina yekitiya nîştimanî, avakirina siberojeke hevbeş li ser esasê edalet û wekheviyê ye. Şêx El Hesen di dewama axaftina xwe de piştgirî da nameya Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: "Em nameyê wek nexşerêyekê dibînin ku ewlehiya tevahiya gelan mîsoger bike. Ez piştgiriyê didim hevgirtina dîrokî ya gelên Kurd û Ereb."

(bb)

ANHA