Jinên Dêrazorê: Li beramber şerê taybet pêdivî bi têkoşînek xurttir heye

Jinên kantona Dêrazorê diyar kir ku şerê taybet ê pê re rû bi rû dimînin, wan ji têkoşînê dûr naxe. Jinan destnîşan kir ku çand û îrade çekên wan ên herî xurt ên li dijî hewldanên dûrxistina wan ji qada têkoşînê ne.

Jinên Dêrazorê: Li beramber şerê taybet pêdivî bi têkoşînek xurttir heye
24 îlon, 2025   02:35
DÊRAZOR

Jinên rêveber ên ji kantona Dêrazorê têkildarî şerê taybet ê bi armanca têkbirina aramî û ewlekariya herêmê, ji ajansa me re axivîn. 

Hevseroka Desteya Enerjiyê ya Kantona Dêrazorê Rîm Ebdulqadir der barê mijarê de axivî û got şerê ragihandinê û yê pskolojîk li dijî jinan ne hewldanên ji rêzê ne, lê bi awayekî rêxistinkirî û bi armanca têkbirina îrdaya jinan û rola wan pêk tê.

Rîm Ebdulqadir wiha pê de çû: “Ev zextên tên meşandin. Antî propoganda û gefên yekser têne kirin, dê jinan dûrî rêya wan a rast nexe. Berûvajî dibe sedemek hîn zêdetir jin bi israr berê xwe bide riya serkeftinê. Mirovên serkeftî ew e yê van zehmetiyan derbas bike. Şaştiyan biborîne. Divê em guh li van hewldanan nekin. Ji ber her baweriya jinan bi wan mezin bû û zanebûna wê zêde bû. Hêza wê ya berxwedanê jî mezintir dibe.”

Hevseroka Buroya serjimariyê ya Meclisa Rêveber Fedwa El Kiwêtî der barê mijarê de wiha axivî: “Jinan bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rola xwe ya çalak di nava civakê de vegerandiye. Îro li dijî jinan şerê taybet tê meşandin. Bi taybet jinên di saziyên Rêveberiya Xweser de dixebitin. Armanca van hemeleyan têkbirina îradeya jinan e û dûrxistina wê ji navenda biryarê ye. Em ê tu carî rê nedin hewldanên wiha bi ser bikevin. Em ê heta dawiyê têkoşînê bimeşînin.”

Hevseroka Desteya Jîngehê Menal El Bedî derbarê mijarê de destnîşan ki ku rewşa heyî guhertinek mezin beranberî rewşa berê afirandiye û wiha dom kir: “Jin berê dûrxistin, tundî û zordarî jiyan dikir. Lê îro bûye hêzek çalak di pratîkê de. Gihiştiye asta li hin cihan hejmara rêveberên jin ji yên mêr zêdetir bû ye. Şerê ragihandinê ya li dijî jinan tê meşandin, nîşandeya hebûan mezin a bandora me ye. Heke bandora me nebûya, dê bi vê hêzê êrişî me ne bikirana.”

Jinan destnîşan kir ku hemleyên reşkirinê yên li dijî jinan têne meşandin, ne tenê di asta reşkirina ragihandinê de têne kirin. Lê belê bi aliyên din ve çûne. Ji wan adaetên heyî wekî hincet ji bo rewakirina êrişên xwe nîşan didin. Carna jî di riya telefonê nameyên bi naverokên metirsîdar ji wan re tên şandin. Li gorî raporan derdora 90% hemleyên bi armanca kêmkirina rola jinan di jiyana giştî de pêk tên.

Her wiha jinan ezmûna jinan di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist û got jin dikarin bi îrade û çanda xwe dikarin li dijî hewldanên tunekirina rola wan derkevin.

(dc)

ANHA