Wezîrê berevaniyê yê Pakistanê: Danûstandinên me bi Afganistanê re têk çûn

Wezîrê berevaniyê yê Pakistanê ragihand ku danûstandinên aştiyê bi Afganistanê re yên li Stenbolê têk çûn û destnîşan kir ku heta êriş ji xaka Afganistanê neyên pêkanîn, Pakistan ê bi agirbestê pabend be û diyalogê bi Afgansitanê re bidomîne.

Wezîrê berevaniyê yê Pakistanê: Danûstandinên me bi Afganistanê re têk çûn
7 mijdar, 2025   23:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê berevaniyê yê Pakistanê re ji kenaleke televîzyonê re ragihand ku danûstandinên aştiyê bi Afganistanê re yên li Stenbolê têk çû. Wezîr diyar kir ku eger êriş ji xaka Afganistan li dijî Pakistanê neyên pêkanîn, Pakistan ê di agirbestê de bidome.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Pakistan û Afganistanê piştî ku li sînor pevçûn rû dan û di encamê de 5 welatiyên Afganistanê hatin kuştin, dest bi danûstandinên ji bo mayîndekirina agirbestê kiribû.

Piştî destpêkirina danûstandinan, hikumeta Talîban, Pakistan bi kuştina 4 jin û zilamekî li bajarê Spin Boldak ê li ser sînor gunehbar kir.

Pakistanê jî ev îdia red kir û got ku êriş ji aliyê Afganistanê de hat pêkanîn û hêzên wê bersiva êrişê da.

Dezgehên ragihandinê yên Pakistanê da zanîn ku heta niha agirbest didome û Pakistan bi diyalogê pabend e û ji bo Afganistanê jî heman pabendiyê hêvî dike.

(mh)