Pêkanînên li ser Rûsyayê û nakokiyên Tirkiye û Îsraîlê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî diyar kirin ku armancên cezayên li ser Rûsyayê dê neghêjin serî û pêşbaziya di navbera Enqere û Tel Eviv de metirsiyên ku Sûriyeyê bibe dika şerekî demdirêj çêdike.

Pêkanînên li ser Rûsyayê û nakokiyên Tirkiye û Îsraîlê rojevên rojnameyên erebî ne
8 mijdar, 2025   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de pêkanînên li ser Rûsya û nakokiyên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de nirxandin.

’GELO CEZAYÊN LI DIJÎ RÛSYAYÊ DÊ BI SER BIKEVIN’?

Rojnameya Okaz a Siûdî di hejmarên xwe yên vê sibehê de cih da bandora berdewama cezayên navneteweyî yên li dijî Moskovê. Hate destnîşankirin ku Komîsyona Ewropayê di Cotmeha borî de pêkanînên nû li dijî aboriya Rûsyayê û artêşa wê sepand, da ku  wê razî bike ku şer biqedîne û aştiyê bi Ukraynayê re qebûl bike.

Rojnameyê bi bîr xist ku Rûsya li hemberî van cezayan nêzîkatiyên dijber li dijî Yekitiya Ewropayê (YE) nîşan da û diyar kir şerê Ukraynayê ku dikeve sala xwe ya 4’emîn de bandor li tevahî cîhanê kiriye û nîşaneyên qedandina şer jî xuya nake.

Li gorî rojnameyê, ji bo serxistina cezayên navneteweyî gelek faktoran hewce dikin ku di şerê heyî yên Rûsya û Ukraynayê de nîn in û ev nirxandin kir " Rûsya ne welatekî hêsan e bi bandor bibe, lê nûnerê rewa yê Yekîtiya Sovyetê ye, xwediyê hêzeke leşkerî ya mezin, çekên nukleerî, çavkaniyên pir mezin û qadeke erdnîgarî ya berfireh e. Serketina cezayan beşdariyeke cîhanî ya giştî hewce dike. Welatên mîna Çînê, Hindistan û Îranê hîna jî bi Moskovê re dan û standinan dikin. Ev dan û standin jî rê daye Rûsyayê ku bi hêsanî çeka cezayan derbas bike."

Li gorî heman rojnameyê, piştgiriya leşkerî ya berdewam ji bo Ukraynayê wê şer rawestîne lê wê dirêj bike. Hate gotin, dema ku her du alî giraniya  windahiyan hîs bikin wê demê dê çareserî pêk were. Şerê sala 1980’î yê  Îran-Iraqê mînaka vê yekê ye.

’LI SÛRIYEYÊ ALOZIYA DI NAVBERA ÎSRAÎL Û TIRKIYEYÊ DE’

Rojnameya El Ereb jî zêdebûna rageşiya di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de li Sûriyeyê şîrove kir. Rojnameyê destnîşan kir ku daxuyaniyên germ ên di navbera her du aliyan de nîşan didin ku şerekî demdirêj li ser bandora herêmî heye û ev şer vejandina meylên empratoriyên kevin li her du aliyan nîşan dide.

Rojnameyê îşaret pê kir ku Tirkiye hîn jî ruhê Împeratoriya Osmanî û dîroka partiyên Îslamî ji Necmettîn Erbakan bigire heya AKP’ê ya desthilatdar bi bîr tîne, lê ji destûrparêziya sekuler û nêzîkatiyê navneteweyî ditirse.

Rojnameyê her wiha diyar kir ku Tirkiye partiyên Kurdî wekî hincet ji bo serdestiya li bakurê Sûriyeyê bi kar tîne, di heman demê de Îsraîl dixwaze projeyek cografîk a bi navê Korîdora Dawid ava bike ku Colan û Çemê Firatê bi hev ve girê dide.

Li gorî rojnameyê, armancên Tirkiye û yên Îsraîlê li Sûriyeyê rastî hev din tên, ev jî ji bo her du aliyan hevgirtinek stratejîk a armancên emperyal pêk tîne. Ev dihêle ku her du alî bandorê li ser axa Sûriyeyê parve bikin bêyî ku bikevin nava pevçûkeke rasterast. Rojnameyê ev yekî wekî ’’şerekî sar ê nû ku li ber hilweşîna Sûriyeyê diqewime" pênase kir.

(bb)