ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-11-2025
8 mijdar, 2025   02:00

Şêniyên bajarê Amûdê daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got divê dewleta Tirk gavên têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk biavêje. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Perwerdeyê ya Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê rûniştinên ji bo şîrovekirina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji 86 rûpelan pêk tê, li dar xist. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a Tebqayê projeyeke taybet ji bo jinan bi navê "Bazara Hevrîşmê" da destpêkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji 2019’an ve krîzeke dijwar a avê li Hesekê heye. Krîza ku dewleta Tirk a dagirker sedema wê ye, jiyana rojane ya nêzî milyon û nîv mirovan veguherandiya lêgerîna li avê û kirîna wê bi buhayên zêde.

Bi nêzîkbûna zivistanê û daketina pileyên germahiyê re, tevgera li bazarên kantona Reqayê zêde dibe. Xwediyên dikanan jî dest bi firotina sobe û êzingan kiriye. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) konferansa xwe ya çaremîn li Zanîngeha Rojava li bajarê li dar dixe (09:00)

Şaredariya Gel a Amûdê civîna xwe ya salane li Hola Meclîsa Zagonsaz li dar dixe (09:00)

Yekîtiya Şaredariyên Kantona Tebqayê civîna xwe ya salane li Hola Meclîsa Gel li dar dixe (09:30)

Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ji bo nirxandina pêşketinên dawî yên siyasî li Sûriyeyê civînekê li dar dixe, li navenda paritiyê ya li Reqayê (10:00)

Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, duyemîn festîvala çandî, li Baxçeyê Xwendinê yê li bajarê Qamişloi dar dixe (17:00)