Tirkiyeyê hêzên xwe yên li Bexdayê vekişandin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku di çarçoveya biryara NATO'yê de wan hezên xwe yên li Bexdayê vekişandine.

Tirkiyeyê hêzên xwe yên li Bexdayê vekişandin
26 adar, 2026   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku şerê DYA-Îsraîl û Îranê li ser aramî û aştiya li Rojhilata Navîn metirsiyeke cidî çêkiriye û ragihand ku rêbazên leşkerî tenê krîzan giran dikin. Her wiha bang li aliyan kir ku xwe kontrol bikin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, li gorî biryara vekişînê ya Mîsyona Iraqê ya NATO'yê, hin ji leşkerên Tirk ên li paytexta Iraqê Bexdayê hatine vekişandin.