Bi boneya Roja Şanoyê şano hat pêşandan

Li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanê, şanoyek hat pêşandan.

Bi boneya Roja Şanoyê şano hat pêşandan
Bi boneya Roja Şanoyê şano hat pêşandan
Bi boneya Roja Şanoyê şano hat pêşandan
Bi boneya Roja Şanoyê şano hat pêşandan
Bi boneya Roja Şanoyê şano hat pêşandan
Bi boneya Roja Şanoyê şano hat pêşandan
Bi boneya Roja Şanoyê şano hat pêşandan
Bi boneya Roja Şanoyê şano hat pêşandan
Bi boneya Roja Şanoyê şano hat pêşandan
Bi boneya Roja Şanoyê şano hat pêşandan
Bi boneya Roja Şanoyê şano hat pêşandan
Bi boneya Roja Şanoyê şano hat pêşandan
Bi boneya Roja Şanoyê şano hat pêşandan
Bi boneya Roja Şanoyê şano hat pêşandan
Bi boneya Roja Şanoyê şano hat pêşandan
Bi boneya Roja Şanoyê şano hat pêşandan
Bi boneya Roja Şanoyê şano hat pêşandan
26 adar, 2026   15:07
KOBANÊ

Endamên Koma Şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanê, şanoyek bi dirûşma "Bi rihê şanogeriya Yektayan em ê civakê ronî bikin" pêşkêş kir.

Beriya ku şano dest pê bike, deqeyekê rêz hat girtin. Piştre hevseroka Desteya Çandê ya bajarê Kobanê Mîrxan Îsmaîl axivî û wiha got: "Dema ku em behsa Roja Şanoyê dikin, berxwedan û têkoşîn tê bîra mirov. Şano xwedî cihekî girîng di nava civakê de ye. Şano nêzîkî giyan û dilê civakê ye. Ji ber vê yekê cihê ku şano lê zindî be, civak jî zindî ye.”

Piştî axaftinê sînevîzyonek hat pêşandan û dûre jî şanoyek li ser berxwedan û têkoşîna şervanan di çeperên şer de, hate pêşkêşkirin.

Di dawiyê de xelat li şanogeran hatin belavkirin.

(sş/bb)

ANHA