Li bajarên Rojhilat û Îranê teqînên mezin pêk hatin

Êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Îranê dewam dikin. Dengê teqînên mezin li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin bihîstin.

Li bajarên Rojhilat û Îranê teqînên mezin pêk hatin
26 adar, 2026   16:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên dijî Îranê ku 28’ê Sibatê dest pê kiribû, dijwartir dibe. Di roja 27’emîn a şer de êriş didomin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecih, îro dengê teqînên mezin li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê; Bîrcend, Mehabad, Kirmaşan û Esfehanê hatin bihîstin.

Hate diyarkirin ku li bajarê Mehabadê baregeheke Pasdarên Şoreşê hate hedefgirtin. Her wiha 7 teqînên mezin li Kirmaşanê çêbûn, li navçeya Gerû Kanêşt baregeheke mûşekan a Fermandariya Hêzên Hewayî ya Pasdarên Şoreşê hate hedefgirtin.

Li Loristanê jî êrişî baregeh û navenda Artêşa Pasdarên Şoreşê hate kirin, dengê teqîneke mezin û derbazbûna balafirên şer di navbera Selmas û Urmiyeyê de hate bihîstin. Teqînek li kolana Bahuner a Esfehanê çêbû.