Tehran: Top di qada Washingtonê de ye

Îranê ragihand ku rêça danûstandinên ji bo bidawîanîna şer niha bi biryara DYA ve girêdayî ye, ji ber têkçûna hewldanên dîplomatîk û binkeftina lihevkirinekê piştî çend hefteyan ji rawestandina operasyonên leşkerî.

Tehran: Top di qada Washingtonê de ye
2 gulan, 2026   23:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî di hevdîtinekê de ligel balyoz û serokên mîsyonên dîplomatîk li Tehranê got ku welatê wî bi rêya navbeynkarekî Pakistanî planek pêşkêş kiriye ku armanc dike "şerê ferzkirî" bi dawî bîne. Her wiha teqez kir ku "niha top di qada DYA'yî de ye ku rêya dîplomasiyê hilbijêre an jî bi nêzîkatiya rûbirûbûnê berdewam bike.

Li gorî berpirsekî Îranî, pêşniyar vekirina Tengava Hurmuzê ji bo seferên navneteweyî û bidawîanîna dorpêça deryayî ya Amerîkayê vedihewîne, di heman demê de nîqaşên li ser bernameya nûkleerî ya Îranê ji bo qonaxek paşîn paşve dixin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump nerazîbûna xwe li hember pêşniyara Îranê nîşan da û diyar kir ku tê de daxwazên ku "nayên qebûlkirin" hene, bêyî ku hûrgiliyên din bide.

(ac)