Fermandarê Artêşa Lubnanê bi serokê komîteya "Mekanîzmayê" re civiya

Fermandarê Artêşa Lubnanê, General Rudolph Haykal, li Baregeha Hewayî ya Beyrûtê bi serokê komîteya çavdêriya peymana rawestandina şer - "Mekanîzma" - Generalê Amerîkî Joseph Clearfield re civînek awarte li dar xist.

Fermandarê Artêşa Lubnanê bi serokê komîteya "Mekanîzmayê" re civiya
2 gulan, 2026   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîn di çarçoveya serdaneke bilez a Clearfield bo Lubnanê de pêk hat, ku tê de nîqaş li ser rewşa ewlehiyê ya welêt û pêşketinên herêmî, ji bilî rêbazên zêdekirina bandora mekanîzmaya çavdêriya agirbestê û baştirkirina performansa wê, hatin kirin.

Di hevdîtinê de, her du aliyan girîngiya rola artêşa Lubnanê di vê qonaxê de û pêwîstiya piştgiriya wê ji bo rûbirûbûna bi pirsgirêkên heyî re teqez kirin.

Piştî ku civîn bi dawî bû General Clearfield ji Lubnanê derket.

(ac)

ANHA