ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-05-2026
3 gulan, 2026   02:00

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê ji ber bilindbûna bihayê mazotê û bandorên wê yên li ser debarê, çandinî, veguhastin û tevgera bazaran giliyên xwe anîn ziman. Rêveberiya Sotmeniyê diyar kir ku biryara guhertina bihayê mazotê li ser asta Sûriyeyê pêk hatiye. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevseroka Meclisa Civaka Ermenî Erîf Kasabiyan diyar kir ku ji bo mîsogerkirina mafên jinan di destûrê de pêwîstiya jinên Sûriyeyê bi hevgirtinê heye û ev yek jî bi têkoşîna jinan dê were bidestxistin. BI WÊNE Û DÎMEN

Rojnamevan Ebdulhelîm Silêman diyar ku vegera koçberên Serêkaniyê bi ewlehî, dabînkirina pêdiviyên bingehîn û beşdarbûna şêniyan di rêvebirina bajarê xwe de ve girêdayî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya planên xwe yên salane yên ji bo çandina daran de, Desteya Jîngehê ya Herêma Cizîrê bernameyên çandina daran pêk tîne û salane bi qasî 11 hezar daran diçîne. Hejmara darên ku ji destpêka biharê ve hatine çandin 4 hezar derbas bûye. BI WÊNE Û DÎMEN

Rûspiyê êla Omeriya Sertîp Cizîrî anî ziman ku yekitî ne vebijêrek e, lê pêdiviyeke çarenûsî ya lezîn e û bang li aliyên kurdî kir ku berjewendiyên giştî di ser her tiştî re bigirin û yekitiya xwe ava bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Di hefteya der basbûyî de geşedanên li Sûriyeyê di bin desthilata hikumeta veguhêz de, her wiha geşedanên şerê Îran û DYA`ê û rewşa li Tengava Hurmuzê, bû mijara medyaya Erebî.

Şêniyên bajarê Amûdê dê cenazeyê Şehîdekî li mezargeha şehîd Îsmaîl bipsêrin axê, 10.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Dêrikê dê cenezeyê komek şehîdan li me mezargeha Şehîd Xebat Dêrik bispêrin axê, 10.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa bajarê Tirbespiyê der barê geşedanên dawî dê civînekê li dar bixe, li navenda PYD`ê. 11.00

Şêniyên Kobanê dê sersaxiyê bidin malbatên çend şehîdn, 11.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Qamşlo dê cenezeyê komek şehîdan li me mezargeha Şehîd Delîl Saroxan bispêrin axê, 12.00. BI WÊNE Û DÎMEN