Li Tedmurê ji ber teqîna mayînê 3 zarok mirin

Li herêma Dewe yê rojavayê Tedmurê yê Humsê, dema zarokan pezê xwe diçêrand bermahiyek şer teqiya, di encamê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Li Tedmurê ji ber teqîna mayînê 3 zarok mirin
9 mijdar, 2026   18:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Dewe yê rojavayê bajarê Tedmurê yê Humsê dema zarokan pezê xwe diçêrandin mayînek ji bermahiyên şer teqiya, di encamê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Ji ber parçeyên teqandina mayînê zarok birîndar bûn û piştre jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji destpêka 2026’an ve ji ber teqînan 287 kesan jiyana xwe ji dest daye û 465 kes jî birîndar bûne.

(f)