ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-06-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-06-2024
10 hezîran, 2024   02:00

Siyasetmedar Fîras Qesas diyar kir ku desthilata Tirk bi girankirina cezayan li Rêber Abdullah Ocalan rêzê ji pîvan û çanda mafên mirovan re nagire û got: " Ruxmî van kiryaran jî lê fikrê Rêber Abdullah Ocalan belav dibe û gihaşt gelê herêmê. Wek kesek Ereb, pêwîst dibînim ku felsefeya Ocalan ji Ereban re şîrove bikin."

Şêniyên kantona Tebqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew dev ji axa xwe bernadin.

Jinên beşdarî konferansa "Ciwan û avakirina pêşeroja azad" destnîşan kir ku di konferansê de rihê şoreşgerî yê niştîmanî serwer bû. Beşdaran anî ziman ku konferans derfeteke bû ku pirsgirêkên jinan werin pêşkêşkirin.

Malbenda Çandê ya Helebê di çarçoveya rêzedozên civakî de bi ser navê ˊdiyardeya bêmalbûna zarokan û rêbazên li dijî wê ˊ civînekê li navenda malbendê ya li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)