Rojnameyên erebî: Sûriye nayê parçekirin, protestoyên li Îsraîlê zêde dibin

Rojnameyên erebî diyar kir ku parçekirina Sûriyeyê ne gengaz e, cihêrengî wê egera hêza Sûriyeyê ye, ne ya lawaziya wê. Li Îsraîlê jî pêla protestoyan dewam dike, ev jî kêmbûna baweriyê di navbera xelk û hikumetê de nîşan dide.

Rojnameyên erebî: Sûriye nayê parçekirin, protestoyên li Îsraîlê zêde dibin
17 nîsan, 2025   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro der barê bûyerên li Sûriyeyê û pêla protestoyan a li Îsraîlê de nivîsî.

Rojnameya El Ereb ku navenda wê li Londonê ye, nivîsand ku fikra parçekirina Sûriyeyê ne rasteqîn e, ne ji ber hest û neteweperestiyê, lê ji ber pêkhateya wê ya tevlihev û cihêreng.

Rojnameyê destnîşan kir ku demografiya Sûriyeyê ji dewleteke kevneşopî zêdetir dişibe bajarekî mezin, lewma pêdiviya wê bi hişmendiya "rêveberina bajaran" heye ku vê cihêrengiyê hembêz bike, ne ku wê bitepisîne. Rojnameyê ev cihêrengî bi Londonê re berawird kir ku gelek çand bi hev re lê dijîn bêyî ku bajar hêz an nasnameya xwe winda bike.

Rojnameyê behsa dabeşkirina pêkhateyên civaka Sûriyeyê yên Kurd, Tirkmen, sunnî, xiristiyan, durzî û hwd kir û destnîşan kir ku ev cihêrengî, eger bi rêk û pêk were birêvebirin, dikare bibe çavkaniya hêzê, ne ku bibe sedema parçebûnê.

‘PROTESTOYÊN LI ÎSRAÎLÎ ZÊDE DIBIN LÊ GUHERÎN PÊK NAYÊ’

Rojnameya El Quds El Erebî bal kişand ser zêdebûna protestoyan li Îsraîlê, bi taybetî yên bêdeng ku xelk hew dixwaze here leşkeriyê. Rojnameyê aşkera kir ku nêzîkî nîvê leşkerên rezervê dema gazî wan tê kirin, naçin leşkeriyê, ji ber sedemên mîna westan, kêmbûna aborî, nebaweriya bi rêveberiyê.

Tevî zêdebûna tevger û daxwazên gel, li gorî rojnameyê bandora van tevgeran sînordar e, ji ber ku Netanyahu wan protestoyan beralî bike û ew xiste xizmeta ajandaya xwe û opozîsyon bi têkbirina ewlehiya neteweyî tawanbar kir. Heta ku ev protesto bandorê li hilbijartinan nekin, hikumeta niha jê natirse.

(k)