QSD`ê nasnameya şehîdekî aşkera kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya şervanekî xwe ku li eniyên şer ên Minbicê şehîd bûye, aşkera kir.

QSD`ê nasnameya şehîdekî aşkera kir
17 nîsan, 2025   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanê xwe Şiyar Harkol ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Minbicê de şehîd bûbû, aşkera kir.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku şervanê wan Şiyar Xerkol (Hekîm Cezayîr) “heta ku tev li karwanê şehîdan bû, navê xwe di pirtûka nemiran de nivîsî û bû sembola berxwedanê.”

QSD`ê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza berdewamkirina berxwedan û têkoşîna da û hate gotin: “Heta ku em vê têkoşînê bi serketineke biheybet tacîdar nekin em ê rehet nebin.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

Navê kod: Şiyar Herekol
Nav û paşnav: Hekîm Cezayir
Navê Dayikê: Emîna
Navê Bav: Îsmaîl
Cihê Jidayikbûnê: Kobanî
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic, 09.12.2024