Desthilata Şamê 6 roj e nahêle alîkarî derbasî peravê bibin

Bû 6 roj hêzên desthilata Şamê derbasbûna karwanê alîkariyên mirovî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bo beravên Sûriyeyê asteng dike.

Desthilata Şamê 6 roj e nahêle alîkarî derbasî peravê bibin
17 nîsan, 2025   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Karwanekî alîkariyên mirovî yê xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 11’ê Nîsanê ji bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê bi rê ketibû. 

Karwan dema ji Tebqa derket û ber bi herêmên peravê yên Sûriyeyê ve kete rê, hêzên hikumeta Şamê derbasbûna wê asteng kir û ew neçar kir ku bizivire Tebqayê.

13’ê Nîsanê, çalakvanan bi daxuyaniyekê banga vekirina korîdorên mirovî yên ewle bêyî destwerdanên siyasî û leşkerî kir. Tevî van hemû daxwazan jî bû 6 roj ku karwan li Tebqayê asê maye.

Di daxuyaniyeke din de çalakvanan diyar kir ku Heyva Sor a Erebî ya Sûriyeyê daxwaz ji wan kiriye ku alîkariyan bibin embarên wê û bi rêya wê belav bikin. Çalakvanan ev daxwaz nepejirand û xwest alîkariyê rasterast bigihînin xelkê herêmê.

Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî kirin ku tavilê destwerdanê bikin û zextê bikin da ku alîkarî bê gihandin.

Karwanê yekem ê alîkariyê di 17’ê Adarê de derketibû û 1o hezar pakêtên xurekê radestî xelkê peravê kiribûn.

(k)