ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7- 6– 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7- 6– 2025
7 hezîran, 2025   02:00

Cotkarên li gundê Selam ê bajarokê Erîşê yê li başûrê Hesekê yê kantona Cizîrê ji ber bilindbûna buhayên pêdiviyên çandiniyê bi gazinc in. BI WÊNE Û DÎMEN

Li gel arîşeyên ku Sûriye pê re rû bi rûye, dengên jinan wek derdikeve pêş ku teqeziyê li ser girîngiya pêşxistina beşdariya wan di hemû qadên jiyanî, bi taybetî di qada siyasî de, dike. Der barê mijarê de endamên Partiya Sûriyeya Siberojê ji ajansa me re axivîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevserokê Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk Cîhad Hesen der barê Hevpeymana Civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji ajansa me re axivî. Bi WÊNE Û DÎMEN

Endamên Kongra Star diyar kir ku analîzên Rêber Abdullah Ocalan ji bo fêmkirina aloziyên li Rojhilata Navîn û siyasetên dûrxistinê yên ku li dijî jin û civakan têne meşandin, jêdereke fikirî ya girîng in. Bi WÊNE Û DÎMEN

Bi hatina werza havînê re cihên avjenniyê ji bo şeniyan dibin cihê bihenvedanê. Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gelek cihên avjengeh hene ku ji şêniyan re dibe cihê  bihvedanê. Bi WÊNE Û DÎMEN

Di roja 2'yê ya Cejna Qurbanê de serdanên ji bo malbatên şehîdan û saziyên Rêveberiya Xweser didomin. BI WÊNE Û DÎMEN