Li gundewarên Hesekê gefên li ser çandiniyê

Li başûrê Hesekê li gel belavbûna nexweşiyan, gefên li ser çandiniyê zêde dibin. Cotkar ji ber kêmbûna destekê jî bi gilî ne.

7 hezîran, 2025   06:15
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Cotkarên li gundê Selam ê bajarokê Erîşê yê li başûrê Hesekê yê kantona Cizîrê ji ber bilindbûna buhayên pêdiviyên çandiniyê bi gazinc in.

Cotkarê Muhened El Xemîs tevî 5 birayên xwe di baxçeyekî 5 donim de dixebite. Muhened El Xemîs û birayên xwe di havîn û zivistanê de sebzeyên wekî bacanên sor, xiyar, zebeş, kundir, bacanê reş, îsot, dolme û bamiyan diçînin.

Der barê rewşa çandiniyê de Muhened El Xemîs ji ajansa me re axivî û got: "Em bi zihabûna bîran re rû bi rû ne, ji ber ku bilindbûna pileya germahiyê dibe sedema kêmbûna asta avê, lewre ji bo parastina avê em sîstema avdana dilopî bi kar tînin. Ev rêbaza avdanê ji bo misogerkirina berdewamiya berhem bi lêçûnên avê yên herî kêm, ya herî guncaw e."

El Xemîs têkildarî daxistina berheman li bazaran, destnîşan kir ku pêvajoya hinardekirina bo bazaran piştî ku sebze li gorî mezinahî û kalîteyê têne rêzkirin pêk tê û got: "Bihabûna sebezeyan li gorî kalîte û mezinbûna xwe cuda ne. Lê bi giştî buhayên bazarê lêçûnên zêde ya çandiniyê dernaxin. Sedema vê yekê ew e ku em pêdiviyên çandiniyê bi dolaran dikirin, lê berheman bi lîreyên Sûriyeyê difroşin. Ferqa diraviyê sedema xisarên mezin in. Donimek tenê lêçûna çandiniyê dernaxe. Zêdetirî vê kêşeyê buhayê sebzeyan bi giştî erzan e, ev jî dihêle ku çandinî di xetereyekê de be."

REWŞA HEWAYÎ Û BELAVBÛNA NEXWEŞIYAN

Muhened El Xemîs diyar kir ku guherîna rewşa hewayî di dema geşbûna sebzeyan de bandoreke neyinî li çandiniyê kir û got: "Guherîna heyî hişt ku berhem zêdetirî 15 rojan li gorî salên berê dereng çêbibe. Ev guherîn jî bandorek nebaş li kalîteya berhem kir."

El Xemîs bal kişand ser belavbûna gihayê bacana reş a bejî û wekî "Dijminek mezin" bi nav kir û wiha domand "Ev giha xwarina axê dibe û nexweşiyan dide çandiniyê. Her sal em vî gihayî radikin, lê dîsa jî bi xurt çêdibe, niha jî gefê li tevahiya çandiniya me dixwe. Tevî vê yekî aliyên têkildarî bi awayekî cidî destwerdan nekirine."

BANGA DESTEKÊ

Muhened El Xemîs bang li saziyên têkildar kir ku bi awayekî domdar destekê bidin cotkaran, semadê û dermanên pêwîst bi buhayên guncaw pêşkêşî wan bikin, li hemberî arîşeyên jîngehî ku dibin sedema têkçûna mewsima çandiniyê, bikevin nava tevgerê.

(bb)

ANHA