Sûriye, Rûsya Ukraynayê rojevên îro yên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên vê sibehê de zêdebûna xîtaba nefretê û bandorên wê yên neyinî li ser civaka Sûriyeyê, geşedanên leşkerî û îstîxbaratî di şerê Rûsya û Ukraynayê de nirxandin.

Sûriye, Rûsya Ukraynayê rojevên îro yên rojnameyên erebî ne
7 hezîran, 2025   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de cih dan rewşa Sûriyeyê û şerê Rûsya û Ukraynayê.

SÛRÎYEYÎ BI GOTINÊN NEFRETÊ RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN

Rojnameya El Şerq El Ewsat bal kişand ser zêdebûna gotinên nefret di navbera Sûriyeyan de, bi taybet  ku li ser medya dijîtal belav bûye. Hate gotin, zêdebûna xîtaba nefretê di navbera Sûriyeyan de berhemên şer e ku tevna civakî ya Sûriyeyî qetandiye.

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku hevdin sûcdarkirin, hevdin tawanbarkirina bi xiyanetê û sorkirin koman li hemberî hev êdî bûye diyardeyeke rojane ku di postên medyaya dijîtal de derdikevin. Hate diyarkirin ku ev xîtab gefan li hêviya aştiya civakê û lihevhatinê dixwin.

Li gorî rojnameyê, "gotinên nefretê rewşek awarte ya ji rêzê nîn e, lê belê rejîma Esed û saziyn wê bi rêya çapemeniya xwe û artêşa xwe ya  elektronîkî ji bo teşhîrkirina muxalefetê bi kar dianî. Ev jî parçebûna mezhebî, herêmî û etnîkî pêş xist."

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku xîtaba nefetê bûye amûrek di destên aliyên herêmî û biyanî de ku bi dizî tevdigerin. Hate diyarkirin ku "bi hezaran hesabên sexte bikar tînin da ku nakokiyan gûr bikin. Parvekirinên sade veguherîne şerekî gotinan di navbera Sûriyeyan de."

Rojnameyê nivîs bi van gotinan bi dawî kir "Divê bi rêya qanûnên ku parvekirinên gotinên nerfetê krîmînalîze dike û propogandeya aştî û jiyana hevbeş pêş dixe, tevgereke lezgîn hewce dike. Da ku welatek bê tirs û bê nefretî were avakirin, derbaskrina dema borî berpirsyartiya civakî ya sererastkirin xîtab û reftaran dixwaze."

’SIYÊN UKRAYNAYÊ LI RÛSYAYÊ NE’

Rojnameya El Ereb El Cedîd gotarek bi sernavê " Siyên Ukraynayê li Rûsyayê ne" ya nivîskar Beyar Eqîqî weşand. Gotar balê dikişîne ser serketina îstîxbaratî ya Ukraynayê ya li hundirê Rûsyayê û gihandina dronên bo hundirê Rûsyayê. Hate diyarkirin ku serketina xebata îstîxbaratî ya Ukraynayê zêdetirî sal û nîvekê dewam kir, bêyî ku ji aliyê îstîxbarata Rûsyayê ve were kişifkirin.

Di gotarê de hatiye destnîşankirin ku xebata îstîxbaratî ya Ukraynayê lawazbûna diyar a ewlehiya navxweyî ya Rûsyayê nîşan dide. Der barê vê yekê de têkçûna Rûsyaya ya xistina Kîevê ya bilez, fikarin Rûsyayê yên ku jêderên wên tune bibin û di encamê de helwesta wê li hemberî NATO’yê lawaz bibe, wekî îsbatên lawaziya ewlehiya navxweyî ya Rûsyayê hatine destnîşankirin.

Her wiha di gotarê de girêdana van geşedanan bi aloziya navxweyî ya Rûsyayê wekî serhildana Wagner a bi serokatiya Yevgeny Prigozhin ve hatiye nirxandin.  Rojname balê dikişîne ser rola serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ku aştiyê di navbera Rûsya û Ukraynayê de pêk bîne.

(bb)