ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-1-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-1-2024
5 ÇILE, 2024   02:00

Sultane Ehmed, dayika rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin, der ‎barê dosyaya kurê xwe de bang li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û ‎Rojhilatê Sûriyeyê kir ku destwerdanê bike ku azadiya pêk were.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakgerên li navçeya Eyn Îsayê diyar kirin ku gelên berxwedêr pêşeroja xwe diyar dikin û ‎zarokên wan berhemên wê berxwedanê kom dikin. Çalakgeran destnîşan kir ku teqez wê ‎berxwedan bi serkeftinê tacîdar bibe.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên êlên kantona Reqayê gotin dê xaka xwe ji êrişan biparêzin. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

Endama rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan Evîn Cûma diyar kir ku divê dewleta Tirk a ‎dagirker li ser sûcê ku li dijî gelan dike li dadgehên navneteweyî bê cezakirin û got “Dewleta Tirk ‎li herêmê şerê mirovahiyê dike, jiyana xelkê di xetereyê de ye.”‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA