Rûspiyên Reqayê: Em ê xaka xwe ji êrişan biparêzin

Rûspiyên êlên kantona Reqayê gotin dê xaka xwe ji êrişan biparêzin.

Rûspiyên Reqayê: Em ê xaka xwe ji êrişan biparêzin
5 ÇILE, 2024   06:06
REQA
MIHEMED XELÎL

Rûspiyên êlên kantona Reqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şeremzar kirin û diyar kirin ku dê li hemberî êrişan bêdeng nemînin.

Rûspiyê êla Tay a Reqayê Elî El Taî got rûspiyên Reqayê yek in, dê li hember êrişan bêdeng nemînin û herêmên xwe biparêzin.

El Taî diyar kir ku gelê Sûriyeyê destwerdanên derve qebûl nake û dê bi yekhelwestî li hember wan êrişan bisekine.

Rûspiyê êla El Ulî Şêx Remadan El Rehal  jî îşaret bi vê yekê kir ku dema Erdogan hevgirtina xelkê herêmê dît, yekser êriş sivîl û binesaziya herêmê kir û wiha domand: "Nexweşxaneyên Kobanê jî bombebaran kir. Ev sûc hovane ye, diyar e ku berê plan jê re hatiye kirin. Erdogan dixwaze bêje, DAIŞ heye û amade ye dîsa DAIŞ`ê derbasî herêmê bike."

El Rehal anî ziman ku Erdogan dixwaze DAIŞ`ê vejîne mîna ku berê plan kiriye û DAIŞ derbasî herêmê kiriye.

El Rehal di dawiyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku piştgiriya doza adil a herêmê bikin.

(şx)

ANHA