Rêveberekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Cedû El Osman di êrişeke çeteyan de li Dêrazorê şehîd bû.

Rêveberekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
5 ÇILE, 2024   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku rêveber û alîkarê yekemîn Ehmed El Cedû El Osman 3’ê Çileyê dema erka xwe bi cih danî li Dêrazorê di êrişeke çeteyên nenas de şehîd bû.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Ehmed El Osman

Navê Bav: Cedû

Navê Dayikê: Berde

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Hesekê-1989

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Bisêra- 04.06.2018

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor 3/1/2024

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Şehîd Ehmed ji destpêka damezrandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tev li refên hêzên me bû, da ku ax û gelê xwe biparêze û ewlekarî û aramiyê herêmê mîsoger bike. Şehîd Ehmed ji bo pêşxistina karê xwe di nava refên hêzên me de li pêş bû, jêhatî bû û ji hevalên xwe hez dikir. Şehîd Ehmed  ji bo welatê xwe her tişt pêşkêş kir ta tev li karwanên nemiran bû."

(bb)

ANHA