ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-12-2025
31 kanûn, 2025   02:00

Çalakvanê mafên mirovan û koordînatorê giştî yê Kongreya Îradeya Azad a Siwêdayê Osman Mihemed El Eysemî hişyarî da ku berdewamkirina tundiyê li dijî pêkhateyên Sûriyeyê dê parçebûna civakî kûrtir bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamên Meclisa Jinan a PYD'ê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û ew tecrîd wek hedefgirtina îradeya gelên demokrasîxwaz û azadîxwaz bi nav kir. Endamên meclisê banga bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistinên mirovî piştî 4 salan dayîna mazotê ji bo koçberê li Kampa Waşokanî rawestandin, di encamê de 17 hezar û 500 kes bi sermaya dijwar re rû bi rû ne. Koçberan ji bo peydkirina mazotê banga destwerdana lezgîn kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Serokê Komeleya Ehlê Beytê ya kantona Tebqayê diyar kir ku nebûna lêvegerên olî yên nerm û bikaranîna olê ji bo armancên siyasî, bûye sedema belavbûna îdeolojiya tundraw. Her wiha diyar kir binyada îslamê li ser hevjiyana di navbera ol û komên etnîk de ye, wekî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê dîtin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarên Çilaxa û Girkê Legê yên kantona Cizîrê hêviyên xwe yên sala nû anîn ziman. Şêniyan hêvî kir ku sala nû bibe sala pêkvejiyan, aştî û xêrê. Koçberên Efrîna dagirkirî jî hêviya xwe ya vegera ewle û bidawîbûna zehmetiyên koçberiyê anîn ser ziman. BI WÊNE Û DÎMEN

Komîteya Kooperatîfan a Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Tebqayê projeya çêkirina 100 serayên sebzeyan bi lêçûna 800 hezar dolar da destpêkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca çalakî û xebatên xwe yên salekê civîneke çapemeniyê li Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê li dar dixe, 10.00ˊan.  BI WÊNE Û DÎMEN