Aldar Xelîl: Peyama Rêber Apo ji bo çareseriyê stratejîk e 

Endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl diyar kir ku peyama Rêber Apo ya ji bo sala nû peyamek watedar û girîng e û wiha axivî: “Ji bo çareseriya aloziyên li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn peyamek stratejîk e. Divê yên li Şamê û hêzên xwedî bandor ên li herêmê bi bandor guhdar bikin û li ser bifikirin”.

Aldar Xelîl: Peyama Rêber Apo ji bo çareseriyê stratejîk e 
31 kanûn, 2025   08:17
QAMIŞLO

Rêber Abdullah Ocalan duh (30’ê Kanûnê) bi boneya sala nû peyamek da. Rêber Apo di peyama xwe de qala rewşa Sûriyeyê, entegrasyona demokratîk, çareseriya pirsgirêkan û rolê Tirkiyeyê yê di çareseriya Sûriyeyê de kir.

Têkildarî peyama Rêber Abdullah Ocalan me hevpeyvînek bi Endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl re çêkir.

*Rêber Abdullah Ocalan peyama sersalê da. Di peyamê de beşek jî li ser Suriye, Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ye. Hûn vê peyamê çawa dinirxînin?

Her çendî peyama Rêber Apo ji bo pîrozbahiya sala 2026’an û bi dawîbûna sala 2025’an be jî, lê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê, tevahî gelê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn xwedî wateyeke pir girîng e. Di demek evqas hestiyar de parvekirina peyameke wiha dide nîşan ku Rêber Apo di Rojhilata Navîn de kesayet û rêberekî çiqas bi bandor e. Ji tevayî pirsgirêkên Rojhilata Navîn re xwedî paradîgma, nêrîn û projeyên çareseriyê ye. Nêrînên wî gelek guherînên erênî di herêmê de pêk anîne.

Rêber Apo 20 salan li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ma û bingehek mezin a rêxistinî ava kir. Eger ew bingeh nebûya, ev pêşketinên niha çênedibûn. Rêber Apo di dema destpêkirina “Bihara Gelan” de jî peyamek bi vî awayî da. Peyama wî bû rênîşek û stratejiyek ku tevayî kesên azadîxwaz û demokrat xwe spartinê. Wê demê got “Ji bo bibe bihera gelan, divê nebin beşek ji şerê desthilatdariyê û xeta sêyemîn esas bigirin. Xeta sêyemîn jî xwe dispêre avakirin û pêşxistina pergala civaka demokratîk”. Yên ku xwe nespartin vê peyamê bin ketin.

Niha li herêmê aloziyên mezin tên jiyîn, komkujî pêk tên, di nava pêkhateyan de fitne tên çêkirin. Ev pirsgirêkan çareser nake û ne ya çareseriyê ye. Ji ber wê jî peyama Rêber Apo girîng e. Ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelê Sûriyeyê pêwîst e. Divê Şam û hêzên li herêmê bi bandor jî vê peyamê guhdar bikin. Divê her kes bibîne ku proje û nêrînên Rêber Apo, çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo tevlîheviya heyî di sala 2026’an de jî dubare nebe, Rêber Apo nêrînên xwe parve dike. Peyama Rêber Apo stratejiyek e.

Mînak ji ber ên li Şamê li gorî vê peyamê tev nagerin, di encama siyasetên wan de li herêmên beravê û başûrê Sûriyeyê, komkujî çêbûn, li aliyê Helebê êriş û şer derket. Heta niha li Sûriyeyê hîn aramî û agirbest çênebûye. Ne tenê aloziyek e, tovên fitne û tevlîheviyê dixe navbera pêkhateyan. Ev li ser pêşeroja Sûriyeyê xeternak e. Ji ber vê girîng e ku yên li Şamê jî li ser peyama Rêber Apo bifikirin. 

*Di peyamê de tê gotin ku pêkanîna Peymana 10'ê Adarê wê pêşiya pêvajoyê veke. Lê tê  gotin ku pêwîst e li ser esasê demokratîkbûn û entegrasyonê muzakere werin kirin? Ji bo vê hûn çi dibêjin; wê çawa çêbibe?

Rêber Apo dibêje ku “Pêwîst e li ser esasê Peymana 10’ê Adarê mafê tevayî pêkhateyan bê misogerkirin”. Ji ber xalên sereke yên Peymana 10’ê Adarê ew in ku pirsigirêk û nakokî di navbera pêkhateyan de çênebin, alozî û pirsgirêkên ku hene werin çareserkirin, destûr an jî zagoneke bingehîn a demokratîk li Sûriyeyê çêbibe.

Niha Entegrasyona demokratîk çi ye? Li derveyî pergala dewlet-netewê pergala civakî pêş bixî, li ser hîmên netewa demokratîk û hevgirtina civakê rêveberiyeke demokratîk ava bikî. Entegrasyona demokratîk ne helandina nava dewlet-netewê de ye. Dibe ku dewlet weke sazî û pergal xwe biparêze. Lê divê ne navendî be, divê di nava dewletê de vîna civakê bê esasgirtin. Divê tevayî beşên di nava Sûriyeyê de herêmên beravê, başûr û bakurê Sûriyeyê bi hev re di nava hevsengiyekî de hevdû temam bikin û vî welatî bi rê ve bibin. Lê hêzên din naxwazin wisa bibe. Ew dixwazin entegrasyonê weke em di nava wan de bihelin pênase dikin. Rêber Apo dibêje “Temam dewlet heye, bila yekîtiya wê jî bê parastin, lê divê em jî hebin, Elewî, Durzî, Xiristiyan, Sûryanî, Asûrî, Ermenî, Erebên Sûnî jî hebin”. Lê eger bi rêbazên dewlet-netewa navendî nêz bibin, wê çaxê guhertin çênabe. Pirsa tê kirin ev e, çima gelê Sûriyeyê li dijî rejîma Baasê rabû. Ji ber ku xwe dispart pergala dewlet-netewe ya navendî. Eger navendîbûyîn berdewam bike, dê alozî berdewam bike. Pirsgirêk nayê çareserkirin.

Niha evên li Şamê her tim dibêjin bila Peymana 10’ê Adarê pêk bê. Tu dipirsî peyman çi ye? Dibêjin “Bila QSD xwe bihelîne û bikeve nava artêşa me”. Lê xalên din, ma ne 8 xal bûn. Ka 7 xalên din li ku man. QSD hêzek parastina herêmê ye û hêzeke parastinê ya Sûriyeya Demokratîk e. Çawa tu dibêjî “were di nava min de bihele”, lê di aliyê destûrî û qanûnî de te ti maf mîsoger nekirine. Ma ne gelê vê herêmê vê dipirse. Dibêje temam eger QSD’ê daxwazên te erê kirin, tê çawa min îqna bikî ku mafê min hatiye mîsogerkirin. Kurd vê dipirsin. Dibêjin “Ka di Sûriyeyê de ez li kû me? Cihê min li ku ye, ka zagoneke ji bo min”. Gelo madeyek destûrê heye ku dibêje mafê te parastiye. Tiştek wisa te nenivîsiye. Hema yekser tê madeya dawî. Ev bi rengekî ji rengan bêbaweriyê çêdike. Mirov difikre gelo çima evqas israr dikin. Li gel vê jî QSD’ê got temam. Lê dîsa jî ew dudil in. Hîna newêrin. Ji ber dizanin eger QSD li kêleka wan nesekine ew ê nekarin Sûriyeyê bi rê ve bibin û di pêşerojê de yekîtiya Sûriyeyê biparêzin. Ji bo wan pir girîng e Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li kêleka wan be. Lê nabe ew jî texlîta rejîma Baasê bikin. Divê ew jî hinek guhertinan pêk bînin. Hinek gavan biavêjin. Ji bo me jî girîng e ku gelên Sûriyeyê hevgirtinekê ava bikin. Ji bo Şam jî û herêmên din jî bibînin mînaka Sûriyeya Demokratîk ev e. Di nava wan pêkhateyan de gelê Kurd jî, divê em tifaqa xwe pêş bixin. Em derbasî qonaxeke din dibin ku Kurd neçarin yekîtiya xwe ava bikin. Em hêvîdarin 2026 bibe sala yekîtiya Kurdan.

* Şam û Tirkiye jî behsa peymanê dikin, Rêveberiya Xweser jî dibêje em amade ne, lê hevdîtin tên astengkirin, sedema vê çiye?

Du sedemên wê hene, ya yekemîn ên li Şamê ne, ew jî hişmendiya wan e. Hişmendiya wan hişmendiyeke nenavendîbûnê napejirîne. Ew dixwazin navendî bin, teqlîda rejîma kevin bikin û her tiştî bi xwe ve girê bidin. Ya duyemîn jî sedemên derve ne. Dewleta Tirk li ser wan bi bandor e. Dewleta Tirk heta niha gelek herêmên di Sûriyeyê de dagir kirine. Komên çekdar ên girêdayî wê jî di nava Sûriyeyê de hene û bandora wê yekser li ser hikumeta demkî ya niha heye. Bê dewleta Tirk nikarin biryarekî bidin. Me dît çend caran biryar hatin standin, lê dema Tirkiyeyê ji wan re got nekin her tişt dane rawestandin. Ji ber vê jî peyama Rêber Apo pir girîng e. Rêber Apo dest bi pêvajoyekî kiriye, ev pêvajo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Pêvajoya lihevkirina bi dewleta Tirk re ye. Eger ew pêş bikeve û pêk bê dê ew bibe alîkar ku helwestên Tirkiyeyê li hemberî Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hemberî Xweseriya Demokratîk, QSD’ê were guhertin. Ev wê bibe sedem ku ew zexta li ser Şamê dikin ji bo bi me re netifiqin dê bê bêbandorkirin. Di vî alî de serkeftina projeya Aştî û Civaka Demokratîk ya li Bakur dest pê kiriye, serkeftina wê dibe mîsogerî ji bo serkeftina projeya me di Sûriyeyê de. Herdu bi hevdû ve girêdayî ne. Di vê pêvajoyê de eger însyatîfa Rêber Apo bi ser bikeve dê ji bo me jî bibe serkeftinek.

*Peyamek ji bo Tirkiyeyê jî heye û dibêje pêwîst e Tirkiye rolek çêker û avakar bilîze û ev jiyanî ye hûn nêzîkahiya Tirkiyeyê çawa dibînin, mumkun e ku rolek wiha bilîze yan na?

Niha Tirkiye beriya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê bike her tim li gorî mantiqekî tev digeriya. Ew mantiq çi bû? Digot ji bo Tirk hebin divê Kurd tune bin. Li ser vê teoriyê kar dikirin. Niha piştî pêvajo dest pê kir, yek ji armancê wê yê sereke ew e ku bihêle di vê mijarê de nêrîna dewleta Tirk bê guhertin. Yanî bigihin vê qeneetê ku hebûna Tirkan girêdayî hebûna Kurdan e. Kurd hebin dê Tirk, Ereb, Fars û pêkhateyên din hebin. Ne li ser hesabê tunebûna cîranê xwe çêbibin, em bi hebûna hevdû xwe ava bikin. Rêber Apo peyamê dide Tirkan. Ji wan re dibêje “Şûna hûn hebûna xwe li ser tunebûna me ava dikin, vê biguherin bila hebûna wê bi hebûna me re be, bila serkeftina projeya demokratîk di Sûriyê, Tirkiyeyê, Îran, Iraq û tevayî herêmê serkeftina te ye jî. Dema ev qeneet da avakirin dê wê demê salên pêşiya me bibin salên çareseriyê. Hevgirtina gelan pêk bê û doza Kurd çareser bibe.

(bî-sb)

ANHA