ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31 – 12 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31 – 12 – 2024
31 kanûn, 2024   02:00

Şêniyên bajarê Til Temirê kêfxweşiya xwe ji nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan re anîn ziman û destnîşan kir ku ew nirxandin ji bo pirsgirêkên herêmê çareserî ne û klîta pêkanîna yekitiya gelan û xurtkirina hevkariyê di nava pêkhateyên herêmê de ye.

Şêniyên Çilaxayê destnîşan kir ku ew dev ji axa xwe û destkeftiyên şehîdan bernadin. Şêniyan diyar kir ku tenê bi yekitiya Kurd, Ereb û Suryanan dê bikarin çeteyên Erdogan ji herêmê derxin û bi rûmet bijîn.

Hemwextî zêdebûna hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de, metranê dêra Cizîr û Firatê Marmorîs Emsîh peyameke tije hezkirin û aştî da û got ji bo parastina ewlehiya herêmê û pirrengiya wê biratî rêya yekane ye.

Jinan ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştgiriya şervanên li eniyên şer kir û got gelê hevgirtî zilmê napejirîne û serî ji kesekî re natewîne û dê nehêle dagirker planên xwe pêk bînin.

Foza Yûsif da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan di sala 2024`an de li hember tundî, dagirkerî û aloziyên civakî sekneke bihêz nîşan da û got “Di rewşa heyî ya li Sûriyeyê de pêvajoyekeke nû ya jinan dest pê dike, lewre pêwîtiya jinan bi stratêjî û nexşerêyeke şoreşê heye.”

Fermandareke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ji bo sînordarkirina tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ’ê û parastina ewlehî û îstîqrara herêmê wan tedbîrên ewlehî yên giran girtine.

Êzidiyên ji Efrînê koçber bûne got dewleta Tirk a dagirker hewl dide civata êzidî ya li Sûriyeyê û Iraqê qir bike. Li hember van hewldanan teqezî bi nasnameya xwe ya dîrokî kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê merasîma xiyabî ji şehîdên Hêzên Komandos re li dar dixe, şehîd Sayil Omer Mihemed di 8ˋê Kanûnê de li Helebê şehîd bû, şehîd Mehmûd Feysel Elî di 8ˋê Kanûnê de li Minbicê şehîd bû û şehîd Seîd Elî di 15ˋê Kanûnê de li Minbicê şehîd bû. Merasîm li qada Geracê ya bajêr tê lidarxistin. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Kobanê cenazeyên şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê defin dikin. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Parêzeran a Kantona Cizîrê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û banga piştgiriya civata navneteweyî ya parastina destkeftiyan û piştgiriya çareseriyên destûrî ya adilane daxuyaniyekê li pêş avahiya Dîwana Edaleta Civakî ya Qamişloyê dide. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Hunermendan a bajarê Kobanê têkildarî piştgiriya berxwedana QSDˋê û teqeziya yekrêziya Kurdî de li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê daxuyaniyekê dide. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Bi amadebûna Şêx Murşid Maşûq El Xiznewî li hola Zana ya Qamişlo civînek tê lidarxistin. Di civînê de pêşdeçûnên dawî yên li Sûriyeyê, bandora wan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha ji bo piştgiriya QSDˋê û yekrêziya Kurdî tên nîqaşkirin. (15:00) BI WÊNE Û DÎMEN