ˋNirxandinên Rêbertî nexşerêya pêşeroja herêmê neˊ

Şêniyên bajarê Til Temirê kêfxweşiya xwe ji nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan re anîn ziman û destnîşan kir ku ew nirxandin ji bo pirsgirêkên herêmê çareserî ne û klîta pêkanîna yekitiya gelan û xurtkirina hevkariyê di nava pêkhateyên herêmê de ye.

ˋNirxandinên Rêbertî nexşerêya pêşeroja herêmê neˊ
31 kanûn, 2024   03:10
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Di 28’ê vê Kanûnê de şandeyeke DEM Partiyê ku ji parlamenteran Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk hat, li Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Şandeyê peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo raya giştî ya Kurdî, Tirkî û cîhanê veguhast. Di peyamê de Rêber Abdullah Ocalan hewldanên xwe yên çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn di serî de pirsgirêka Kurdî anîbû ziman.

Girêdayî wê, şêniyên bajarê Til Temirê piştgirî û kêfxweşiya xwe ji nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan re nîşan da.

Welatiyê bi navê Xelîl Mehmûd Xilo got: "Em vê mizgîniya tenduristiya baş a Rêber Abdullah Ocalan li tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin. Em piştgirî û kêfxweşiya xwe ji nirxandinên wî re jî nîşan didin."

Xilo wiha domand: "Ji destpêka şoreşa me ve, perspektîfên Rêbertî ji bo parastina herêmê ji me re bingeh bûn. Perspektîfên nû yên ku ji Îmraliyê derketine, fikreke berfireh û mantiqî nîşan didin. Rêbertî dikare pirsgirêkên hemû gelên Rojhilata Navîn çareser bike."

Xilo diyar kir ku perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan rêbaza tekane ya çareserkirina pirsgirêkan in, nexasim di vê qonaxa hebûn û nebûnê de ku gelê Kurd û partiyên Kurdî tê re derbas dibin û got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan xwedî fikreke mirovî û giştî ye. Ew rêya rast a bidawîkirina zehmetiyan û pêkanîna edaletê dizane."

Welatiya bi nave Boza Salih diyar kir ku pêwist e tevahî gelê herêmê piştgiriyê bide nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan da ku yekbûna gelan pêk bê û got: "Perspektîfên Rêbertî ji bo çareseriya siyasî ya aştiyane ne. Pêwist e hemû alî piştgiriyê bidin van perspektîfan û wan pêk bînin, da ku biratiya gelan pêk bê."

Boza diyar kir ku pêkanîna azadiyê bi perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û pêwist e gel li daxuyaniyên berpirsên dewleta Tirk a dagirker guhdar neke û got: "Ew daxuyaniyan berpirsên Tirkan bi armanca têkbirina fikra neteweya demokratîk û biratiya gelan ê Rêber Abdullah Ocalan in."

Di heman çarçoveyê de, welatiyê bi nave Hemad El Necim destnîşan kir ku nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan gelekî erênî bûn û bi armanca avakirina yekrêziyê û xurtkirina tevgera Kurdî bi giştî bûn û got: "Di vê qonaxa hestiyar de em nikarin ji nirxandinan dûr bimînin."

Di nêrînan de, tevahî welatiyan destnîşan kir ku perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan nexşerêya pêşeroja herêmê, pêkanîna edalet û wekheviyê û rizgarkirina herêmê ji hegemonî û dagirkeriyê ne.

(mh/fr)

ANHA