Ebû Qelqel û gundê Şaş El Bobena tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Ebû Qelqel û derdora gundê Şaş El Bobena yên başûrê rojhilatê Minbicê topbaran dikin.

Ebû Qelqel û gundê Şaş El Bobena tên topbarankirin
30 kanûn, 2024   23:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmê, di van kêliyan de artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji nuqteyên xwe yên li bajarê Minbicê bi çekên giran bajarê Ebû Qelqel û derdora gundê Şaş El Bobena yên başûrê rojhilatê Minbicê topbaran dikin.

(fr)