ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-9-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-9-2025
30 îlon, 2025   02:00

Şêniyên bajarê Erîşayê yê Hesekê daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku tecrîd binpêkirina rûmta mirovahiyê û nirxên azadî û edaletê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Yek ji Fermandarên Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê diyar kir ku hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê binpê dikin û destnîşan kir ku ew amade ne bersiva çi êrişa li dijî wan were, bidin. BI WÊNE Û DÎMEN

Çemê Xabûrê yê di navbera Til Temir û Hesekê de ziwa bûye, çerxên avê yên ku 129 sal berê ji bo avdanê hatibûn çêkrin jî hilweşiyane, li şûna wan tenê xirbe maye. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamê komisyona ku li parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin Sarûhan Oluç, da zanîn ku heta niha mijara hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re bi awayekî fermî nehatiye rojevê, lê wan bingeha wê amade kiriye û dê bînin rojeva komîsyonê. Oluç têkildarî naveroka rapora ku dê amade bikin jî agahî dan. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Reqayê sersaxiyê didin malbata şervanê QSD`ê şehîd Ebdullah El Sana (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Zanîngeha Kobanê bi hevkariya Zanîngehên Binghamton, Lund, Philippines, komxebatek bi dirûşma “Fêrkirin wekî praktîkkirina azadiyê ye” li avahiya Zanîngeha Kobanê li dar dixe (15:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Mîhrîcana Şevên Firatê li qada Navenda Çandê ya kevin bi dawî dibe (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN