Li Siwêdayê rewşa qada tenduristiyê di metirsiyê de ye

Li Siwêdayê ji ber dorpêça Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê rewşa qada tenduristiyê di metirsiyê de ye. Klînîkên giştî êdî di hefteyê de tenê 2 rojan dixebitin. Li kêleka wê derman û pêdiviyên bijîşkî kêm bûne û karmendên qada tenduristiyê ji ber astengiya çûnûhatinê û derengmayîna mûçeyan zehmetiyan dikişînin.

Li Siwêdayê rewşa qada tenduristiyê di metirsiyê de ye
29 îlon, 2025   23:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Siwêdayê ji ber dorpêça Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê rewşa qada tenduristiyê di metirsiyê de ye.

Hat zanîn ku klînîkên giştî ku berê rojane dixebitîn, niha êdî di hefteyê de tenê 2 rojan dixebitin. Karmendekî klînîkan ji dezgehên ragihandinê yên xwecihî re ragihand ku beşa radyolojiyê rawestiyaye û pêdiviyên bijîşkî bi temamî qut bûne.

Girêdayî wê, hat diyarkirin ku karmend ji ber kêmbûna sotemeniyê di çûnûhatinê de astengiyan dibînin û ji ber derengmayîna mûçeyan zehmetiyan dikişînin.

Li gorî amaran, ji eslê 110 cûreyên sereke yên dermanan, tenê 55 cûre berdest in. Ev jî barê nexweşan giran dike.

(mh/şx)