Li Cebleyê teqîn

Hate ragihandin ku li bajarê Ceble yê giredayê Laziqiyeyê teqîneke mezin rû daye.

Li Cebleyê teqîn
29 îlon, 2025   23:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ên li Laziqiyeyê bajarê Ceble yê teqîneke mezin çêbûye, lê heta niha cihê bûyerê neyê zanîn.

Li gorî agahiyan, îhtimal heye ku teqîn di kargeheke hesin de ya li rêya giştî ya Ceble-Benyasê li nêzî çerxerêya El Îdiye be. Hin çavkaniyên din jî gotin teqîn di otêla Înana Plaza de ya li bajêr çê bûye.

Heta niha detayên der barê sedem û encamên teqînê de nehatine bidestxistin.