Di vê hefteyê de dê vegera koma duyemîn a koçberan bê nîqaşkirin

Li gorî agahiyên me ji Meclîsa Koçberan a Efrîn û Şehbayê girt, heta 2-3 rojên din dê çûyîna koma duyemîn bikeve nîqaşê. Ji ber rewşa koçberên di dibistan û mizgeftan de bicih bûne zehmete dijîn.

Di vê hefteyê de dê vegera koma duyemîn a koçberan bê nîqaşkirin
29 adar, 2026   09:05
QAMIŞLO

Koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî yên (2018-2019) ji ber êrişên dewleta Tirk û çekdarên wê ji warê xwe derketine li benda vegerê ne. Di peymana 29’ê Çileyê de ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Şamê de hat îmzekirin, yek ji xala bingehîn jî vegera koçberan li warê xwe ye. 

Di çarçoveya peymanê de, 9’ê Adarê (2026) 400 malbatên ji Efrînê ku koçberî herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bibûn vegeriyan warê xwe, hat ragihandin ku dê 12’ê Adarê jî 200 malbat vegerin Efrînê. Lê vegera koma duyemîn hat taloqkirin. Ne ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, ne jî ji aliyê hikumeta demkî ya Şamê ve sedemê taloqkirinê nehat ragihandin.

Koma duyemîn a vegerê heta niha amade ye û li benda vegerê ye. Li gorî agahiyên me ji Meclîsa Koçberan a Efrîn û Şehbayê girt, heta 2-3 rojên din dê çûyîna koma duyemîn bikeve nîqaşê. Meclîsê ji 500 malbatî zêdetir ji bo vegerê amade kirine. Meclîsê diyar kir ku ew dixwazin şêniyên hemû navçeyan û navenda Efrînê di koma duyemîn de bişînin. Ji ber rewşa koçberên di dibistan û mizgeftan de bicih bûne zehmete û divê ji cihên perwerdeyê derkevin, ew destpêkê didin malbatên di dibistan û mizgeftan de bicih bûne.

Li gorî agahiyên me ji Efrîniyên ku zivirîne girtine, malbatên çekdaran ên li Efrînê hatine bicihkirin ji malên gel dernakevin, ji bo derkevin dirav ji xwediyên malan dixwazin. Dema derdikevin jî derî, kulek, têlên elektirîkê û hertişêtê di malan de talan dikin. Meclîsa Efrînê ya di dema dagirkeriyê de hatibû avakirin tenê bi nav heye.

Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî jî li benda vegerê ne, lê malbatên çekdarên dewleta Tirk ên li wir bicih bûne ji malên gel dernakevin, malan talan dikin û agir bi mal û milê gel dixin. Gelê herdu bajaran li benda vegerek bi ewle ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku zêdetirî 450 hezar kes ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûne û li benda vegera warê xwe ne.

(bî)

ANHA