ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-03-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-03-2024
27 adar 2024   02:00

Ji pênûsa Fermandarê Efsanewî Egîd rêya diçe lehengiyê; “Fikrên ku ji pratîka jiyanê hatibûn bidestxistin lê heta wê rojê belave mabûn, bi gotinên me re rêkûpêk û zelal dibûn. Taybet li dijî xiyanetê hişyariyek mezin hebû. Ev gihiştibû wê astê ku xayîn dibûn hedefên sereke, kîna li hemberî wan dikete pêşiya kîna li hemberî mêtîngeran.”

Gerînendeyê Rêxistina Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê destnîşan kir ku divê Kurd xetereya vê pêvajoyê û planên 100 salên bê nas bikin û got: "Dijmin dixwazin guherînê çêkin û heke Kurd hişyar nebin dê bibin şirîkên dewleta Tirk a dagirker."

Kovara Afaq Almeraa ku 2 mehan carekê li ser navê jinên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdikeve, bi hejmarek taybet, cih da panoramayên sala 2023'yan ên rêxistin, sazî, partî, dezgeh, komele û tevgerên jinan ên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyayê, Rojhilata Navîn û Ewropayê.

Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a kantona Dêrazorê ji bo çaksazkirina tevahî stasyonên avê yên rojavayê Dêrazorê dixebite. Li kêlek wê boriyên torên avê bi hin boriyên fireh diguhere.

Şîrovekarê siyasî Îlham El Milêcî diyar kir ku Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk bi her pênc parêznameyên wê yên Rêber Abdullah Ocalan, ji bo bidawîkirina şerê Îsraîl û Filistînê çareserî ye.

Bi diruşma ˊPartiya me pêşeroja me ye, rêveberiya me misogeriya me ye, hêzên me serkeftina me ne, Sûriye me dike yekˊ Partiya Sûriya Pêşerojê kongreya xwe ya 4ˊan li hola Tac a Reqayê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li navendên çandê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Roja Şano ya Cîhanê û boneya salvegera şehadeta aktor Yekta Herekol şano tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA