WHO: Karmendekî me di êrişa hewayî li Sûriyeyê de hat kuştin

WHOˊyê ragihand ku karmendekî wê di êrişa hewayî li rojhilatê Sûriyeyê de roja sêşemê hat kuştin.

WHO: Karmendekî me di êrişa hewayî li Sûriyeyê de hat kuştin
26 adar, 2024   21:47
NAVENDA NÛÇEYAN

WHOˊyê destnîşan kir ku di rêzeêrişên hewayî yên li dijî bajarê Dêrazorê yê li rojhilatê Sûriyeyê de mala karmendekî wê hat bombebarankirin, di encamê de jiyana xwe ji dest da. Ew karmend berpirsê rêxistinê ya kar û barên avê, kanalîzasyonê û paqijiya li bajêr bû.

Rêveberê giştî yê WHOˊyê Tedros Adhanom Ghebreyesus li ser Xˊê got kuştina karmendê wan ji nişkê ve nîşan dide ku li Sûriyeyê tundî didome û zehmetiyên ku gelê Sûriyeyê dikişîne xuya dikin.

(mh)