Îsraîlê nuqteyên Hizbullah li Lubnanê kirin armanc
Artêşa Îsraîlê ragihand ku balafirên wê nuqteyên Hizubllah ên li başûrê Lubnanê bombebaran kirin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê li ser Xˊê got balafirên Îsraîlê avahiyên Hizbullah a Lubnanê li herêmên Teyr Hera û Zehîre yên li başûrê Lubnanê bo bersivdana avêtina moşekan li bakurê Îsraîlê, bombebaran kirin.
Li aliyekî din jî Hizbullah bi daxuyandiyekê ragihand ku 2 nuqteyên artêşa Îsraîlê li herêmên Shomera û Shlomi yên li bakurê Îsraîlê hedef girtin. Ew yek bersivdana bombebaranên Îsraîlê li dijî başûrê Lubnanê û herêma Beelbek bû.
(fr)