ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-01-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-01-2024
27 ÇILE, 2024   02:00

Rûniştina wan bi Rêber Abdullah Ocalan re û xwendina parêzname û pirtûkên wî nêrînên gelek şêniyên kantona Cizîrê guherandin. Şêniyan got êdî fêm kiriye ku azadiyê nayê dayîn lê belê tê standin û diyar kir ku bê fedakarî welat azad nabe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo rêzgirtina fedakariya Avêsta Xabûr şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê asta berxwedana xwe bilind dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinan li navçeya Tirbespiyê bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember siyasetên PDK`ê û ajantiya wê ya ji dewleta Tirk re serî hildin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kantona Cizîrê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya navneteweyî ya li hember wê şermezar kirin û got ew bi doza xwe bawer in û dê bi ser bikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navendên xizmetguzariyê, tîmên agirkujiyê ketin seferberiyê. Ji wê wextê ve Etiya Abas li navenda focê ya li Qamişloyê her roj erebeyên agirkujiyê kontrol dike. Etiye Abas got "Em her tim bi rihekî fedaî amade ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê şehîdên mehên Cotmeh, Mijdar, Kanûn û Çileyê li Yarîgeha Kornîş a Dêrikê bi bîr tîne, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Til Hemîsê der barê êrişa çekdarên PDKˊê li dijî gerîlayên HPGˊê û YJA-Starê û sûcên dagirkeriyê li dijî gelê Kurd li Rojava û tevahî Kurdistanê meşekê ji pêş navenda Trafîkê ya navçeyê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiyên siyasî yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera serketina berxwedana Kobanê li Qada Jina Azad a Kobanê daxuyaniyeke hevbeş didin, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Firatê bi boneya salvegera 9ˊan a serkeftina berxwedana Kobanê û salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê li Qada Şehîd Egîd a Kobanê şahiyekê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Efrîn û Şehbayê cenazeyê şehîd Bahoz Amed li goristana şehîdan li navçeya Fafînê yaŞehbayê oxir dike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şandeyeke hevbeş ji partiyên siyasî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana cihên dewleta Tirk a dagirker ên vê dawiyê li Kobanê hedef girtine dike û li wir daxuyaniyekê de dide, şande ji navenda Meclisa Rêveber a Kantona Firatê derdikeve û dest bi gerê dike, saet 14:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Sûriya Pêşerojê li navçeya Holê ya kantona Cizîrê ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî yên dawî li hola civînan a li bajarokê Um Hucîra civînekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê, ciwanên şoreşgerê ji pêş navenda xwe ya li Hesekê meşekê li dar dixe, saet 13:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA