Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ji bo Xezayê biryara tedbîra îhtîyatî da

Dîwana Edaletê ya Navneteweyî, di doza “qirkirinê” ya li dijî Îsraîlê hatiye vekirin de, biryara tedbîra îhdiyatdî da.

Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ji bo Xezayê biryara tedbîra îhtîyatî da
26 ÇILE, 2024   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) di doza Başûrê Afrîkayê ya li dijî Îsraîlê daye vekirin de biryara xwe eşkere kir. Serdadger Joan Donoghue bal kişand ser êrişa Hamasê ya di 7’ê Cotmehê de û anî ziman ku ew ji ber kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dane “bi fikar in”. 

Donoghue da zanîn ku wan daxwaza Îsraîlê ya der barê betalkirina doza qirkirinê de red kirine û got: “Em di ferqa drama mirovahiyê de ne.” Donoghue destnîşan kir ku dosye dê li ser esasê bê nirxandin. 

Dadgehê ji Îsraîlê xwest ku tedbîrên di nava mehekê de yên ku pêşî li qirkirinê bigire hatine girtin, raporekê pêşkeşî Dîwanê bikin.

Donoghue diyar kir ku Dîwana Edaletê ya Navneteweyî, dikare di çarçoveya daxwaza Başûrê Afrîkayê tev bigere û da zanîn ku ew xwedî rayeya standina biryara tedbîra îhtiyatî ye.