QSDˊê li Dêrazorê DAIŞˊiyek girt

QSDˊê ragihand ku li gundewarê Dêrazorê çeteyekî DAIŞˊê girt.

QSDˊê li Dêrazorê DAIŞˊiyek girt
26 ÇILE, 2024   21:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da. QSDˊê di daxuyaniya xwe de got hêzên wan ên Komandos di operasyoneke ewlehiyê li bajarê Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê de çeteyekî ji şaneyên DAIŞˊê girt.

Li gorî daxuyaniyê, çete di dabînkirina çek û cebilxaneyê ji şaneyên DAIŞˊê re dixebite, her wiha belgeyên sexte ji nasname, pasportan jî peyda dike, da ku çete birevin û tev bigerin.

QSDˊê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew di operasyonên xwe li dijî şaneyên DAIŞˊê de dewam dikin û operasyonên ewlehî yên baldar pêk tînin.

(fr)