ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26- 5 – 2025
26 gulan, 2025   02:00

Çalakvanên mafên mirovan li kantona Tebqayê tekez kirin ku bêparkirina Rêber Abdullah Ocalan ji mafên wî yên qanûnî yên bingehîn, bi taybetî "mafê hêviyê", binpêkirineke eşkere ya pîvanên navneteweyî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Çîroka serkeftina Rena Xidir vîna xurt a jineke bi biryar nîşan dide. Rena xwe nespart astengiyan, lê li şûna wê azwerî û hezkirina xwe ya ji bo hunerên destan veguherand rêyek ji bo debara jiyanê û ji keçên xwe siberojeke ewletir û geştir peyda kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji 4 mehan ve li taxa Xerbî ya bajarê Holê pirsgirêka kanalîzasyonekê heye, û bûye sedema belavbûna bêhna nexweş û zêdebûna kêzikan. Şaredariyê diyar kir ku ew proje ji hêla rêxistinekê ve pêk hat û li gel şaredariyê jî alavên guncaw ên çaksazkirinê tune ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Koperatîfa Mîtra ya çandiniyê li Girkê Legê, ji bo zêdekirina hilberîna çandiniyê ya xwecihî gavên girîng avêtine, ji aliyê hejmarî û kalîte ve pêşketineke berbiçav pêk aniye û rûbera çandiniyê berferh kiriye. BI WÊNE Û DÎMEN

Mîhrîcana Filman a Jinan a Nûjiyan çalakiyên xwe li Parka Azadî ya Qamişloyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, (20:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Girkê Legê 190 şehîdên bajêr ên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya Rimêlanê bi bîr tîne, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN