Di bîranîna 83 şehîdan de xelkê Til Birakê soza şopandina rêça wan da

Şêniyên bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê 83 şehîdên bajêr ên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn û soza domandina rêya şehîdan dubare kir.

Di bîranîna 83 şehîdan de xelkê Til Birakê soza şopandina rêça wan da
Di bîranîna 83 şehîdan de xelkê Til Birakê soza şopandina rêça wan da
Di bîranîna 83 şehîdan de xelkê Til Birakê soza şopandina rêça wan da
Di bîranîna 83 şehîdan de xelkê Til Birakê soza şopandina rêça wan da
Di bîranîna 83 şehîdan de xelkê Til Birakê soza şopandina rêça wan da
Di bîranîna 83 şehîdan de xelkê Til Birakê soza şopandina rêça wan da
Di bîranîna 83 şehîdan de xelkê Til Birakê soza şopandina rêça wan da
Di bîranîna 83 şehîdan de xelkê Til Birakê soza şopandina rêça wan da
25 gulan, 2025   23:16
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê bi merasîmekê 83 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Hêzên Xweparastinê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku di mehên Çile, Sibat, Adar, Nîsan û Gulanê de, di salên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn. Merasîm li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr hat lidarxistin.

Di merasîmê de malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî yên bajêr amade bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr Şadî Ebas sersaxî da malbatên şehîdan û got ku fedakariya wan li pêş dijmin û dagirkeran bû bendavek xurt.

Ebas 83 şehîdên bajêr bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan heta pêkanîna serkeftinê, dubare kir.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Birakê Salar Mihemed jî sersaxî da malbatên şehîdan û soza domandina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan dubare kir.

Endamê Meclisa Olî ya bajêr Nebîl El Hesen şehîd bi bîr anîn û got: "Ne ji şehîdên azadiyê bûya, em li vir nedibûn û ewlehî jî nedibû."

Merasîm bi siloganên "Bi can bi xwîn em bi te re ey şehîd" bi dawî bû.

(mh/fr)

ANHA