Cenazeyê ciwanê di gola Mizgeftê de xeniqî bû hat derxistin

Cenazeyê ciwanê bi navê Mihemed Xalid El Ehmed ê ku 23’ê Gulanê di gola Bendava Mizgeftê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xeniqî bû, hate derxistin.

Cenazeyê ciwanê di gola Mizgeftê de xeniqî bû hat derxistin
25 gulan, 2025   22:42
QAMIŞLO

Ciwanê bi navê Mihemed El Ehmed di saetên derengiya şeva roja 23’ê Gulanê de, di ava bendava Mizgeftê ya dikeve bakurê rojhilatê bajarê Tirbespiyê de xeniqî.

Nûçegihanê me ji bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê ragihandibû ku ciwanê bi navê Mihemed El Ehmed dema bi hin hevalên xwe re di Bendava Mizgeftê de avjenî dikir, xeniqî.

Nûçegihanê me beriya çend kêliyan ragihand ku piştî tîmên hawarçûnê yên ji noqvanan pêk tê, di bin çavdêriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya bajêr de, termê Mihemed dîtin û derxistin.

Nûçegihan anî ziman bijîşkê şerîî dest bi lêkolîna cenaze kir, ku radestî malbatê bike.

Mihemed El Ehmed bi xwe ji gundê Xirbet Amo yê li gundewarê başûrê bajarê Qamişlo ye.

(ac/fr)

ANHA