ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-12-2023
26 kanûn, 2023   02:00

Welatiyên kantona Cizîrê gotin ew dev ji têkoşînê li hember êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernadin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyê bi navê Mihemed Sedîq di sala 1996’an de bi Rêveber Abdullah Ocalan re civiya, li ser hevîdtinê got: "Em çiqasî wesfê wî bidin em nikarin bînin ser ziman. Rêbertî em fêrî hezkirina welat û parastina wê kir." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Kobanê piştgirî da çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker li Zapê û  berxwedana wan a dîrokî silav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di encama doprêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye de, sotemenî li her du taxan kêm bû û ew jî bandor li kar û xebatên saziyên her du taxan kir. Di nav de nexweşxaneya Xalid Fecir ku ji ber nebûna mazotê, germahî lê tune ye û malbatên nexweşan li ser jiyana nexweşên xwe bi fikar in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevpeymana Civakî ya nû, kongreya 4’an a MSD’ê, lidarxistina civîn û pêkanîna hevpeymanan jî di nav de, gelek xebatên siyasî û dîplomatîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin meşandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nêzî ji sedî 50 ji xwediyên dikanên bazirganiyê yên kolana Tilel a Helebê dikanên xwe girtin an jî firotin û ji wê herêmê derketin, sedem ew e ku şaxên ewlekariyê yên hikumeta Şamê bi awayekî rojane pereyan ji xwediyên dikanan distînin.

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, çalakiyên cuda li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Qamişloyê, şehîdên bombebarana dewleta Tirk a dagirker li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin saet di 11:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya civîna xwe ya salane li navenda giştî ya kombûnê ya Reqayê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Tevgera Edlê ya Sivîl kongreya xwe ya damezrîner bi dirûşma "Hêza gel di birêxistinkirina wî de ye" li navenda sekreteya giştî ya li navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê li dar dikeve saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star di roja duyemîn a pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" de bi beşdariya nûnerên partiyan rêxistinên sivîl, li kefîterya Telêt Şemis Heleb a li Şêxmeqsûdê navaroka Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk nîqaş dike saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 ANHA