Ferhad Şamî: Êriş wê bê bersiv nemînin

Rêveberê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê, dewleta Tirk a dagirker dixwaze serkeftinên nerast bi dest bixe û aloziya xwe ya hundirîn derxe derve û destnîşan kir ku QSD`ê wê parastina xelkê herêmê bidomîne û êrişên dewleta Tirk dê bê bersiv nemînin.

Ferhad Şamî: Êriş wê bê bersiv nemînin
25 kanûn, 2023   23:27
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 2 rojên dawîn de zêde kirin. Di wan êrişan de, sazî û navendên xizmetguzariyê û sivîl kirin hedef. Di encamê de 8 welatî şehîd bûn û 13 din jî birîndar bûn. 

Têkildarî êrişan, rêveberê Navenda Ragihandinê  ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî got: "Di êrişan, tiştek bi şervanên me nehat. Dewleta Tirk a dagirekr bêdengiya navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya bi kar tine, navendên sivîl û jîngeha bombebaran dike."

Şamî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze serkeftinên nerast li ser hesabê tirsandina sivîlan li herêmê bi dest bixe û aloziya xwe ya hundirîn derxe derve.

Her wiha Şamî da zanîn ku QSD`ê ji helwesta Koalîsyona Navneteweyî ya li hember êrişên li dijî herêmê ne razî ye û got: "Divê helwesta xwe diyar bike. Ev êriş bandor li operasyonên me yên hevbeş ên li dijî DAIŞ`ê û hewldanên bicihkirina îstiqrarê li herêmê dikin."

Di heman demê de Şamê careke din soz da ku QSD`ê dê bi awayekî çalak xelkê herêmê biparêze û wiha domand: "QSD`ê helwesta xwe naguhere, çawa gel ji DAIŞ`ê parast, wê ji van êrişan jî bi awayekî çalak biparêze. Wê bêdeng nemîne."

Di dawiyê de Şamî got: "Ev hedefgirtin li dijî pêkhateyên herêmê û Rojhilata Navîn e. Ji ber ku dagirkerî li ser Rojhilata Navîn tev da bar e. Divê gelê Kurdistanê û li Ewropayê dengê xwe bilind bike. Ji ber ku tenê dengê gel, dikare êrişan têk bibe."

(şx)