’Rêbertî em fêrî hezkirina welat kirin’

Welatiyê bi navê Mihemed Sedîq di sala 1996’an de bi Rêveber Abdullah Ocalan re civiya, li ser hevîdtinê got: "Em çiqasî wesfê wî bidin em nikarin bînin ser ziman. Rêbertî em fêrî hezkirina welat û parastina wê kir."

’Rêbertî em fêrî hezkirina welat kirin’
26 kanûn, 2023   04:56
KOBANÊ

Welatiyê bi navê Mihemed Sedîq (60) ku li Kobanê bi navê "Kalo" tê naskirin di sala 1982’yan de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir. Mihemed Sedîq yek ji damezrînerên Koma Botan a Şanoyê ya li Kobanê ye ku di sala 1985’an de hat avakirin. Mihemed Sedîq sala 1996’a Rêber Abdullah Ocalan di civînekê de dît ku li Helebê ji têkoşeran re li dar xistibû.

Mihemed Sedîq ji kesên navdar li bajarê Kobanê ye, hevdîtina wî ya yekemîn bi Rêber Abdullah Ocalan di bîra wî de zindî maye.

Sedîq der barê têkoşîna xwe di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de got: "Gelek partiyên Kurdan hebûn ku îdiaya nûnertiya Kurdan û parastina mafên gelê Kurd doza wê dikirin, lê Tevgera Rizgariya Kurdistanê tevgera şehîdan e ji bo paqijkirina erdîngariya Kurdistanê ji dagirkeran fedakariyan dide. Fedakariyên ku şehîd Mazlûm Dogan, şehîd Hekî Karer û şehîd Kemal Pîr dane têrê dike ku ev tevger bibe nûnerê rewa yê gelê Kurd û doza wî. Tevgera Rizgariya Kurdistanê tersê partiyên din e ku li ser hesabê gelê Kurd li berjewendiyên xwe digerin."

Sedîq hevdîtina xwe ya bi Rêber Abdullah Ocalan re wekî kêliyeke dîrokî wesif kir û wiha got: "Di sala 1996’an  de hevalan, em û çend kesayetên welatparêz ên ji bajarê Kobanê û hindek deverên din ên Rojava vexwend bajarê Helebê. Me nedizanî çi civîn e û dê kî/ê li dar bixe. Dema Rêbertî derbas bû em ketin şok man, laşê min lerizî. Min hîs kir ku hêzeke ne noraml laşê min derbas kiriye. Nikarim hestê xwe di wê kiliyên de bînim ser ziman. Ji kêfa re me dest bi lêdana çepikan û berzkirina dirûşmên şoreşgerî kirin."

Sedîq bi bîr xist ku Rêbert di civînê de behsa rihê welatparêziyê, girêdana bi xakê ve û parastina xakê kir û wiha domand: "Rêbertî ji me re got, eger mirov daxwaza mafên xwe neke wê mafên xwe bi dest nexe û eger xaka xwe neparêze dê ji mêtîngeriyan rizgar nebe. Her wiha digot ku divê her ferdek bi bawerî û neteweya xwe ve girêdayî be û ji bo parastina Kurdistanê berdêlên giran bide. Dema ez ji civînê derketim ji kêfa re şok mabûn. Min yeqîn nedikir ku ez ê Rêbertî bibînim. Ev hest heta roja me ya îro di rihê min de ye. Her kesek xwedî taybetmendiyek e, lê Rêbertî xwedî rewneqekî taybet e, kesayetek xwedî rihê têkoşer e ku ji bo gel û welatê xwe fedakariyê dike. Rêbertî kesayetek cesûr e. Fikr û felsefeya wî banga azadî û demokrasiyê dikin.’’

Mihemed Sedîq diyar kir ku  dê  tevî malbata xwe  li ser fikr û feslefeya Rêber Abdullah Ocalan bimeşin û amade ne heta dilopa dawî ya xwînê parastina xaka xwe bikin û got: " Piştî serdemên tarîtiyê ku Kurd tê re derbas bûn Rêbertî jiyaneke nû da me. Her çiqasî êriş û komkujî li ser me werin kirin wê rojeke were Kurdistan ji dagirkeran rizgar bibe."

Sê zarkokên Sedîq; Barîn Kobanê li Herêmên Parastinê Kurdistanê, Baran Barîn Botan di pêngava Rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê, Baran Barîn di bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ’ê de li gundê Bexdiqê yê Kobanê şehîd bûn.

Mihemed Sediq di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka ku ava bûye ve bi fikrê xwe yê şovenist tê naskirin û kiryarên wê yên li dijî Rêbertî li dijî nirxên exlaq û mirovahiyê ne. Têkildarî rola rêxistinên îdiayê hiqûq dikin jî wiha got: "Çima zextê li dewleta Tirk a dagirker nakin da ku rewşa Rêbertî were zanîn. Me ji zêdetirî 3 salan ve tu agahiyên me li ser rewşa wî ya tenduristiyê tune ye. Tecrîda li ser wê hatiye ferzkirin li dijî tevahî gelên bindest ên herêmê ye. Li ser vê yekê erka her mirovekî ye ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertiya me û azadiya wî ya fîzîkî bikeve tevgerê."

(bb)

ANHA