ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-03-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-03-2024
26 adar 2024   02:00

Însiyatîfa Azadiya ji bo Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku komkirina îmzeyan didome û ji 3 milyonî zêdetir îmze hatine komkirin. Komkirina îmzeyan dê heta 4`ê Nîsanê dewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Hisên Omer bang li aliyên Başûrê Kurdistanê kir ku ji planên dewleta Tirk hişyar bin û got: "Eger PKK’ê têk biçe, êdî tiştek bi navê Başûrê Kurdistanê namîne." (BI WÊNE Û DÎMEN)

“Newroza 2024`an cuda bû.” Axaftinek e ku ji aliyê gelek kesên beşdarî pîrozbahiyan bûne yan li ser medyayê temaşe kirine, tê gotin. Rast e, eleqeyeke mezin ji bo vê cejna neteweyî ya kurdî ya biharê hebû. Tevlêbûna jinan a pîrozbahiyên Newrozê vê carê cuda û xwedî heybeteke mezin bû. Asta tevlêbûna wan ne li gorî ku dihat texmînkirin, ji ber ku ji her alî ve reng û dengê jinan bal dikişand.

Komên hunerî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çalakiyên bi boneya Roja Şano ya Cîhanê û bîranîna şehîd Yekta Herekol amadekariyê dikin. Gelo ev çalakî çi ne? (BI WÊNE Û DÎMEN)

Firneya Klay ku ev 42 sal e hatiya çêkirin û kevintirîn firneyên Minbicê ye, di meha rojiyê de kulêreyên (marûkên) bi heman çêjê çêdike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA