Li Tebqayê meşeke meşaleyî

Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Tebqayê bi dirûşma "Bi ruhê Hefteya Lehengiyê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin" meşeke meşaleyî li dar xist.

Li Tebqayê meşeke meşaleyî
Li Tebqayê meşeke meşaleyî
Li Tebqayê meşeke meşaleyî
Li Tebqayê meşeke meşaleyî
Li Tebqayê meşeke meşaleyî
Li Tebqayê meşeke meşaleyî
Li Tebqayê meşeke meşaleyî
25 adar, 2024   23:44
TEBQA

Di meşê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên wê, partiyên siyasî, tevgerên jinan û yên ciwanan ên kantona Tebqayê beşdar bûn.

Beşdaran ji pêşiya avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê ve dest bi meşê kir û ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li wir, hevseroka Desteya Ciwanan û Werzîşê ya kantonê Fatme El Salih daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hefteya Berxwedanê û Lehengiyê ya dîrokî ji agirê Newrozê dest pê dike û bi bîranîna şehadeta fermandar Egîd bi dawî dibe. Fermandarên hêzên gerîla navên xwe ji 21 heta 28ˊê Adarê di dîrokî de nivîsandin û bi berxwedana û lehengiya xwe dîrok guhartin.

Her wiha hate gotin meha Adarê meha berxwedan û lehengiyê ye û gelek cejnan dihewîne, ji wan cejnan Newrozê, sembola azadiyê ye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku agirê ku Mazlûm, Ferhad û Sema pêxistiye rêya gelan ronî dike û bûn sembola azadî û heqîqetê.

Di çalakiyê de ciwanek tev li hêzên gerîlayan bû.

(mh)

ANHA