Til Avîv: Em li gorî biryara Konseya Ewlekariyê tev nagerin

Îsraîlê der barê biryara agirbestê ku Konseya Ewlekariyê erê kiriye de got ew li gorî wê biryarê tev nagerin û şer nasekinîne.

Til Avîv: Em li gorî biryara Konseya Ewlekariyê tev nagerin
25 adar, 2024   22:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Haarts a Îsraîlê îro ragihand ku wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yesraîl Kats der barê biryara agirbestê ya di meha Remezanê de û berdana dîlan ku Konseya Ewlekariyê erê kiriye tev nagerin û anî ziman ku ew şer ranawestînin û dê Hemasê têk bibin û heta vegerandina tevahî dîlan li welat ew ê şer bikin.

 Nûnerê Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Celad Ardan diyar kir ku biryara Konseya Ewlekariyê zirarê dide xebatên berdana girtiyan.

Îro Konseya Ewlekariyê biryara 2728ˊan a sala 2024'an da. Tê de hat diyarkirin ku di meha Remezanê de agirbest bê pêkanîn û tevahî dîl bên berdan. Li ser biryarê 14 deng hatin dayîn û Amerîkayê deng neda.

Girêdayî wê Komkara Erebî, Erebistana Siûdî, Misir, wezareta derve ya Filistîn û Hemasê ew biryar pêşwaz kir.

(mh)