ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-02-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-02-2024
24 sibat, 2024   02:00

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê diyar kir ku şerê gel ê şoreşgerî mîsogeriya têkbirina êriş û komployên li dijî herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Çotkarên li navçeya Holê ya kantona Cizîrê di van rojan de amadekariyên mewsima havînê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Lêkolîner Salihe Ellam diyar kir ku di pêşnûmeya DYA’yê ya li dijî normalîzekirina li gel hikumeta Şamê de, tu bend nine ku dewletên cîhanê mecbûrî normalîzekirinê bike û got: "Ev yek DYA’yê bêçare dike." (BI WÊNE).

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Kampanyaya komkirina îmzeyan didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

pilatforma çalakiyên hevbeş yên hereket û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê aşkera dike. Daxuyanî li Parka 4’ê Nîsanê ya li bajarê Hesekê tê xwendin, saet 10.30’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulmecîd Hisên Omer li Pakrewangeha navçeya Şedadê tê oxirkirin, saet di 11.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Taîfeya Incîlî ya Xiristiyanan panelekê bi navê "Gotinek girîng" li Parka Azadî ya li bajarê Qamişlo li dar dixe. Di panelê de dê vebijêrkên bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker werin nîşqaşkirin, saet di 16.30’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA