Lêkolînerek: Pêşnûmeya DYA’yê ya li dijî Şamê kêm e
Lêkolîner Salihe Ellam diyar kir ku di pêşnûmeya DYA’yê ya li dijî normalîzekirina li gel hikumeta Şamê de, tu bend nine ku dewletên cîhanê mecbûrî normalîzekirinê bike û got: "Ev yek DYA’yê bêçare dike."
15’ê Sibatê Kongreya Amerîkayê bi piraniya endamên xwe yên ji her du partiyan (Demokratîk û Komarî) pêşnûmeya "Li dijî normalîzekirina li gel rejîma Esed" pejirand.
Li gorî medyayên amerîkî, di pêşnûmeyê de nabe hikumeta federal hikumeta Şamê ya bi serkêşiya Beşar Esed nas bike yan jî pê re normalize bike. Pêşnûme maf dide serokê DYA’yê ku ceza bide kesên milkên sûriyeyiyan didizin û her wiha maf dide wî ku çavdêriya bazirganiyê bike ku cezayan binpê dike. Di çarçoveya qanûna cezayan a Qeyser de, Washington dijberî her dewletekê derdikeve ku bi hikumeta Şamê re normalize dike yan jî nas bike.
Lêkolînera kar û barên navneteweyî ya ji Misirê Dr.Salihe Ellam li ser mijarê ji ajansa me re axivî. Salihe Ellam armanca vê pêşnûmeyê wekî piştevaniya siyasî ya DYA’yê bi daxwazên muxalefeta Sûriyeyê re nirxand û got: "Washington bi vê pêşnûmeyê dixwaze nameyekê dilrihetkirinê bide muxalefeta Sûriyeyê ku ew (Washington) rejîma Esed nas nake."
PÊŞNÛME NE MECBÛRÎ YE
Salihe Ellam diyar kir ku pêşnûmeya DYA’yê dewletên cîhanê neçar nake ku bi rejîma Esed nedin û nestînin yan jî cezayên diyar li dewletên Ereb yan jî herêmî yan jî navneteweyî bibire eger têkiliyan pê re normalîze bikin. Salihe got: "Ji wê zêdetir, di pêşnumeyê de mekanîzmeya ku dê DYA`yê li gorî wê kesên bi rejîma Sûriyeyê re didin û distînin, tawanbar bike tune ye."
Bi nêrîna Salihe li gorî daneyan, bandora vê pêşnûmeyê wê li xebatên bidawîkirina tecrîda li ser rejîma Esed a ku bênavber ji aliyê dewletên Ereban ve tê meşandin, ne zêde be, nemaze ku dewletên Ereb dixwazin pêvajoya bihara erebî bidin paş xwe û hewl dan rejîma Esed cihê xwe di Komkara Erebî de vegerîne.
Salihe wiha pê de çû: "Rûsya û Îran jî hewldanên xwe dikin ji bo ku rejîma Esed piştgiriya erebî û herêmî bigire, ji ber wê bê navber hewl didin wê û Tirkiyeyê li hev bînin û hewldanên Washingtonê yên ji bo sînordarkirina rejîma El Esed têk bibin."
Lêkolînera kar û barên navneteweyî Dr.Salihe Ellam di dawiyê de got: "Helwesta DYA`yê ji vê pirsgirêkê bandoreke wê ya mezin heye ku xebatên normalîzekirinê bi pêş kevin. DYA çavê xwe binpêkirina cezayên aborî yên li ser rejîma Esed girtiye û bi xwe jî piştî erdheja Sibata 2023`yan hin qeyd sivik kirin û pêknîna qanûna Qeyser paşguh kir. Niha jî bi awayekî cidî difikire ku hêzên xwe yên li bakurê Sûriyeyê vekişîne bi hiceta ku sedemên mayîna wan li wir tune."
(şx)