Bikarhîner û belavkarên madeyên hişbir hatin girtin
Li bajarê Kobanê şebeyeke belavkar û bikarhînerên madeyên hişbir hat girtin.
![Bikarhîner û belavkarên madeyên hişbir hatin girtin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202402/image_870x_65d8f8fd00afb.jpg)
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li bajarê Kobanê du kes hatin binçavkirin ku miqdareke madeyên hişbir bi wan re hate dîtin.
Navendê ev agahî parve kirin: "Piştî lêpirsîna pêşîn a bi her du kesan re, hêzên têkoşîna li dijî madeyên hişbir xwe gihand şebekeya madeyên hişbir difirotin û bi kar dianîn. Şebekeya ji 7 kesan pêk dihat dizî dikirin û tiştên didiziyan bi madeyên hişbir diguhertin. 217 hebên captagon, 20 gram madeya crystal, 2 demançe, 5 bomeyên destan li gel şebekeyê hebûn hatin desteserkirin. Endamên şebekeyê sewqî dadgehê hatin kirin."
(bb)